DYA ji ber ceribandina Tirkiyê ya S-400’an bi fikar e

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê  daxuyaniyek da û tê de der barê ceribandina Tirkiyê ji moşekên S-400 ên Rûsyayê fikarên xwe anîn ziman.

DYA ji ber ceribandina Tirkiyê ya S-400’an bi fikar e
7 cotmeh, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku têkildarî raporên îşaretê pê dikin ku dewleta Tirk plana ceribandina sîstema parastina moşekan a Rûsyayê S-400 li nuqteyên li bajarê Sînop ê li parava Deryaya Reş dike, bi fikar e.

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê ragihand ku ew der barê van raporan de agahdar in û ew ê bi tundî li hemberî kirîna Tirkiyê ya S-400’an bisekinin, li gel vê yekê ew têkildarî van raporên ku destnîşan dikin ku dê Tirkiye ji bo xebitandina S-400 kar û xebatê bike, bi fikar in.

Wezaretê diyar kir ku nêrîna wan ji bikaranîna Tirkiyê ji bernameya F-35 re bersiva ji kirîna Tirkiyê ya S-400’an e û ev jî cidiyeta dan û standina rêveberiyê ji vê dozê re nîşan dike. 

(eh)