ꞌJi bo xurtkirina birêxistinbûnê û belavkirina fikra jinên azad kongre gaveke girîng eꞌ

Jinên beşdarî kongreyê bûne, piştrast kir ku ew hewl didin jinan ji qeyd û bendên civakê rizgar bikin û vê yekê bi rêya perwerdeyê pêk tînin, ji bo pêşîlêgirtina qetilkirin û xwekuştina jinan birêxistinbûna xwe xurttir dikin, lewma lidarxistina kongreyê ji bo pêşeroja yekitiya jinên ciwan û gaveke girîng e.

ꞌJi bo xurtkirina birêxistinbûnê û belavkirina fikra jinên azad kongre gaveke girîng eꞌ
7 cotmeh, 2020   10:55
QAMIŞLO- KELSÛMA ELÎ- SILAVA ABDULREHMAN

Duh bi beşdariya 550 delegeyan û bi dirûşma "Bi birêxistinkirina jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin" Kongreyê Çaremîn a Yekitiya Jinên Ciwan li Hola Çand  û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê li dark et.

Di nava kongreyê de axêveran behsa sedema lidarxistina kongreyê, di nava civakê de jin çawa dikarin xwe bi rêxistin bike û rola wê di bersivdayîna ji komployên li dijî jinan re kirin.

Ciwana bi navê Îva Hebeş ya rêvebira Yekitiya Ciwanan a Helebê ku beşdarî kongreyê bûbû, bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreyê û got: "Lidarxistina kongreyê ji bo ciwanan û jinên civakê girîng e, ji bo pêşxistina karê rêxistinî yê ciwanan xwedî roleke mezin e, jin û jinên ciwan rastî gelek çewisandinanan hatine û zehmetiya fikrên desthilatî û bindestiyê kişandine, lê ji dema ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk hate ragihandin ve gelek ciwan tev li nava kar û xebatê bûn û hewl dan xwe ji qeyd û bendan rizgar bikin."

ꞌPERWERDEKIRIN Û BIRÊXISTINKIRINA JINAN ARMANCA ME YA SEREKE YEꞌ

Îva Hebş wiha axaftina xwe dewam kir: "Em wek ciwanên şoreşger bi rêya demokratiyê, çand û belavkirina zanistê civanê rêxistin bikin û bi rêya lidarxistina civînan, serdana malan û panelan vê yekê bi cih bînin, di heman demê de di nava ciwanan de perwerdeyan vekin û beyî ku cudabûnê bixin nava pêkhateyan, neteweyên civakê yan jî olan xwe bigihêjînin tevahiya jinên bindest ên li Helebê û hêrêmên din. Ji ber armanca me ya bingehîn rêxistinkirina tevahiya jinên civakê ye û ji bo misogerkirina wê têkiliyên xwe bi jinan re çêdikin û pirsigêkan bi hev re çareser dikin."

‘BIRÊXISTINBÛN DÊ NEHÊLE ARTÊŞA TIRK SIYASETÊN XWE YÊN SIYASÎ BIMEŞÎNEꞌ

Îva di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî ciwanan dide meşandin û wiha dewam kir:"Li hemberî siyaseta ku Tirkiye û şerê taybet ku li hemberî ciwanan dide meşandin em xwedî bertekên xurt in, dewleta Tirk Efrînê û herêmên din dagir kir û hewl da nasnameya gelê Kurd tune bike û niha jî dixwaze şerê taybet li hemberî civaka me bi kar bîne, ji ber vê yekê divê em wekî ciwanan bi erêka xwe rabin û parastina çand, ziman, komka xwe bikin û zanistê belav bikin û rêxistina xwe di nava civakê de hîn xurtir bikin û bi vî şeklî dê dawî li pêkanîna siyasetên dagirkeriyê were."

Li aliyekî din jî beşdara bi navê Emîna Mihemed ku endama Yekitiya Ciwanan a Herêma Cizîrê ye, got girîngî pê hebû ku kongreya çaremîn li dar bikeve da ku ciwanan bi pêş bixe û rêxistina xwe di nava civakê de hîn berfihtir bike, di heman demê de ew hewl didin xwe bigihînin tevahiya jinan û fikra azadiya jinan hem di nava civakê û hem jî di nava cîhanê de belav bikin.

Di dawiyê de Emîna destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina jinan ji qeyd û bendên civakê û belavkirina zanistê hewl dide kongreyan, civîn û panelan li dar bixin.

Ji pêkhateya Ereb Meryem Felah a ji bajarê Tebqayê ku ew jî beşdarî kongreyê bûbû, got: "Em li hemberî siyaseta înkarkirina mafên jinan disekinin, ev jî bi rêya berfirehkirina rêxistinbûyînê, rêveberiya jinên azad û têkoşer û bi vê yekê dawî li qetilkirin, revandin û xwekuştina jinan bînin, di heman demê de xwe bigihînin jinên ku hîn jî bindest in û wan ji fikirê reş ê sîstema kapîtalîst rizgar bikin."

Meryem Felah di dawiya gotina xwe de diyar kir ku bi rêya vî kongrî û beşdariya jinan kar û xebata xwe nirxandin û ji bo pêşeroja yekitiya jinên ciwan û li gorî kar û barên Sûriyê û da ku dawî li artêşa Tirk û çeteyên wê bînin, ji ber hewldana avakirina dewleteke Osmaniyan dikin nîqaşa nexşerêyekê kirin. Di dawiyê de ew wekî jinên ciwan armanca wan têkbirina artêşa Tirk e.

(eh)

ANHA