Kongreya Star li Lubnanê civînek li ser rola jinan a di şoreşa Rojava de li dar xist

Koordînasyona Kongreya Star li Lubnanê civînek li dar xist û îşaret bi rol, hêz û têkoşîna jinan a di şoreşa Rojava de kir.

Kongreya Star li Lubnanê civînek li ser rola jinan a di şoreşa Rojava de li dar xist
7 cotmeh, 2020   11:21
LUBNAN

Kongreya Star a Lubnanê ji bo nasandina şoreşa Rojava û rola jinan di şoreşê de, li paytexta Lubnanê Beyrûtê civînek li dar xist. Bi dehan endamên Kongreya Star tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn wiha axivî: “Da ku gel azad bijî, şehîdan xwe feda kir. Şoreş bi têkoşîn û berxwedana gel berdewam e.”

Netewî bal kişand ser êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2014`an li ser Kobanê û wiha got: “Gelek dewletan got Kobanê wê bi bin bikeve û şoreşa Rojava bi dawî bibeˏ lê belê vîn û têkoşîna gel bi hêztir bû û vîna jinan xurttir bû. Mînaka vê yekê şehîda fedayî Arîn Mîrkan e.”

Netewî Xemgîn di berdewama axaftina xwe de behsa rola jinan û fedakariyên wan di şoreşa Rojava de kir û wiha domand: “Têkoşerên mîna Zîlanê hêza jinan ji cîhanê re nîşan da û dijmin şikand.”

Ji koordînasyona Kongreya Star Şervîn Cûdî jî fedakariya şehîdên mîna Arîn Mîrkan bi bîr xist û wiha axivî: “Şehîd Dîlara (Arîn Mîrkan) ciwaneke fedayî ya Efrînî bû, sala 1992`yan li gundê Hisê hatiye dinê.  Arîn ji malbateke welatparêz e û sala 2007`an di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de cihê xwe girt. Îro jî em salvegera 6`emîn a şehadeta Arîn Mîrkan pêşwazî dikin ku sala 2014`an di bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li ser Kobanê, xwe feda kiribû.”

ANHA