Li Qirgizistanê encamên hilbijartinan hatin betalkirin

Komîteya Hilbijartinan a Navendî ya li Qirgizistanê encamên hilbijartinên ku roja yekşema derbasbûyî li dar ketin, betal kirin.

Li Qirgizistanê encamên hilbijartinan hatin betalkirin
7 cotmeh, 2020   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber encamên hilbijartinê ku yekşema derbasbûyî li dar ketin, bi hezaran kesên dijbertiya desthilatê dikin, derketin kolanên paytext Bîşkekê. Piştre şer di navbera wan û polîsan de derket, di encama şer de herî kêm 120 kes birîndar bûn û komîteya hilbijartinan a navendî piştî wê encamên hilbijartinên ku roja yekşemê li dar ketin, betal kirin.

Komseriya Hilbijartinan duh li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û tê de bi bîr xist ku encamên hilbijatinên qanûnsaz ên ku 4`ê Cotmeha 2020`an li dar ketibûn, hatin betalkirin.

Duh sibehê xwepêşandan derbasî navenda desthilatê ya li Bîşkekê û Navenda Komîteya Ewelkariyê ya Neteweyî bûn û hin kesayetên wekî dijberê bi navê Genbekov û serokê berê Almazbay Atambayev ku 11 sal lê hatibû birîn, serbest berdan. Têkildarî mijarê serokê Qirgizistanê got hêzên ewlekariyê ferman da ku guleyan nereşînin û ev tedbîr ji bo rewş xerabtir nebe, hatin girtin.

Serokê Qirgizistanê her wiha ragihand ku wî ji komîteya hilbijartinan a navendî re pêşniyar kiriye ku baş li binpêkirinan bikolin û heke pêwîst bike encamên hilbijartinên qanûnsaz ku tê de partiyên girêdayî serok hatin veqetandin, betal bikin.

Di encama serdegirtina bi ser navendên hikumî herî kêm 120 kes birîndar bûn, ji ber ku li paytexta Bîşkekê ji ber encamên hilbijatinên qanûnsaz şer di navbera gel û polîsan de derket û nîvê wan ji hêzên ewlekariyê ne.

Polîsan ji bo xwepêşandanan belav bikin, bombeyên gazê avêtin. Meş li naverasta paytextê li dar ket.

Wezareta Tenduristiyê ya Qirgizistanê roja sêşemê ragihandibû ku ji ber şerê ku rû dabû, kesek hate kuştin û berdevka wezaretê got kesekî ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

(eh)