Ermenistan: Dewleta Tirk ji bo domandina qirkirina Ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan ragihand ku ji ber piştgiriya dewleta Tirk ji Azerbêcanê re şer li herêma Qerebaxê dest pê kir û got "Dewleta Tirk ji bo berdewamkirina qirkirina Ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê."

Ermenistan: Dewleta Tirk ji bo domandina qirkirina Ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê
7 cotmeh, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nîkole Paşinyan li koşka hikumetê ya Erîvanê ji AFP`ê re da zanîn ku ger ne ji tevgera  dewleta Tirk a zêde bûya, ev şer dest pê nedikir û got: " Hikumeta Azerbêcanê di van 15 salên dawî de zimanê şer bi kar tîne, lê sedema biryardayîna destpêkirina wî şerî, piştgiriya dewleta Tirk e.” 

Dewleta Tirk çete ji Sûriyê anîn û ji bo piştgiriya artêşa Azerbêcanê li herêmê belav kirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî ew çete wek terorîst bi nav kirin û tekez kir ku dewleta Tirk xeta sor derbas kir.

Li gorî Paşinyan, Erîvan hêzên Tirkiyê yên yekser li Qerebaxê û bi taybet balafirên  F-16 ku pir zêde di şer de tên bikaranîn, dewleta Tirk tawanbar kir.

Paşinyan diyar kir ku ev şer berdewamkirina siyaseta dewleta Tirk a qirkirina Ermenan e û piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo berdewamkirina qirkirina Ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê.