Malbata têkoşer Mihemed Emîr daxwaza cenazeyê kurê xwe dike

Malbata têkoşerê Kurd Mihemed Emîr bang li hikumeta Tirk kir ku cenazeye lawê wan radestî wan bike. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT`yê kir ku li ser binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê lêpirsînê veke û rewşa girtiyên siyasî eşkere bike.

Malbata têkoşer Mihemed Emîr daxwaza cenazeyê kurê xwe dike
Malbata têkoşer Mihemed Emîr daxwaza cenazeyê kurê xwe dike
7 cotmeh, 2020   09:37
ŞEHBA-MEDYA HENAN-FÎRAS ÎBRAHÎM

Têkoşerê Kurd Mihemed Emîr (Seyîd Riza) ê ji gundê Şeytana yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, 2`yê vê Cotemehê li girtîgeha Elbistanê ya li bajarê Mereşê şehîd bû. Hikumeta Tirk cenazeyê Emîr li goristaneke bajarê Stenbolê veşart.

Malbata Emîr dixwaze cenazeyê lawê xwe bigire û der barê bûyera mirina wî de lêpirsîn bê vekirin û rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk bê eşkerekirin.

Têkoşer Mihemed Emîr sala 1993`yan di dema têkoşîna di nava refên rizgariya Kurdistanê de li Bakurê Kurdistanê hatibû girtin, piştre birin girtîgeha Elbistanê û heta 36 salan cezayê girtinê lê hat birin. Piştre ceza hate kêmkirin û bû 30 sal.

Birayê têkoşer Emîr, Ednan Xelîl dibêje ku dema Emîr di girtîgehê de, ew her tim di peywendiyê de bûn. Xelîl destnîşan kir ku tenê carekê serdana birayê xwe kiriye û wiha got: “Wê demê hêzên hikumeta Tirkiyê serdana ji bo girtiyên siyasî asteng dikir.”

'TENDURISTIYA WÎ BAŞ BÛ Û LAŞÊ WÎ BI HÊZ BÛ'

Edana Xelîl li ser zimanê hevalên Emîr ên girtîgehê wiha dibêje: “Tenduristiya Mihemed Emîr baş bû û ew bi hêz bû. Lê di demên dawîn de bi sermayê ketibû. Hêzên hikumeta Tirk ew 3 caran ji girtîgehê derxist û dîsa vegerand girtîgehê, bêyî ku tu tedbîrên tenduristiyê bigire.”

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Tirk ev yek bi zanebûn kiriye, ji ber ku tenê 2 sal ji cezayê Emîr mabûn. Ji lew re wan nexwest ku Emîr sax derkeve û binpêkirinên wan ên li girtîgehê eşkere bike.

'EM BANGA DESTPÊKIRINA LÊPIRSÎNÊ Û EŞKEREKIRINA SÛCÊN TIRKIYÊ DIKIN'

Ednan Xelîl bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku li ser sedemên mirina Emîr lêpirsînê veke û wiha dewam kir: “Em dixwazin li ser sedemên mirina birayê me, lêpirsîn dest pê bike. Li gel belavbûna vîrusa koroanyê em banga berdana hemû girtiyên li girtîgehên Tirkiyê dikin. Her wiha em dixwazin cenazeye Emîr radestî me bê kirin.”

'AGAHIYÊN HIKUMETA TIRK DANE KU DIBÊJE EMÎR XWE KUŞTIYE, NE RAST IN'

Hevjîna birayê şehîd Mihemed Emîr, Muşîra Mele Reşîd jî wiha got: “Me ji hevalên Emîr ên li Elbistanê bihîst ku Emîr jiyana xwe ji dest daye. Emîr 2`yê vê mehê jiyana xwe ji dest dabû. Me ji girtiyên li wir bihîst ku nêzî 35 girtî bi vîrusa Koronayê ketine û hikumeta Tirk rewşa wan paşguh dike, tu tedbîran nagire û wan naxe karantînayê.”

Muşîra diyar kir ku hikumeta Tirk agahî belav kir ku Mihemed Emîr xwe kuştiye, lê belê piştî ku wan peywendî bi hevalên wî yên li girtîgehê re danî piştrast bû ku Emîr bi Koronayê ketiye û hikumetê rewşa wî paşguh kiriye, ji lewra wî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha daxuyand ku ew bi vê yekê kiryarên xwe yên der heqê girtiyan de vedişêrin.

Muşîra got: “Mihemed Emîr her behsa berxwedanê û xweragirtina li hember dijmin dikir. Wî moral û hêvî dida tevahî malbatê.”

Têkoşer Mihemed Emîr beşdarî gireva birçîbûnê bûbû ku parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven di 8`ê Cotmeha 2018`an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Gireva birçîbûnê di 26`ê Gulanê de piştî hevdîtina parêzeran bi Ocalan re bi dawî bû, ku Ocalan bang li çalakvanên gireva birçîbûnê kir ku greva xwe bi dawî bikin ji ber ku encamên girevê pêk hatin.

Li gorî agahiyan, şêniyên Bakurê Kurdistanê dê îro cenazeyê şehîd Mihemed bigirin ku hikumeta Tirk ew li goristaneke taybet bi miriyên nasnameya wan nayê zanîn, li bajarê Stenbûlê veşartibû û dê li goristaneke din veşêrin.

(cx)

ANHA