Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan

Li ser banga PYNK`ê bi hezaran şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo daketin qada Miftî ya Hesekê û çerxerêya ambaran a Qamişloyê.

Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên artêşa Tirk daketin qadan
7 cotmeh, 2020   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û kantona Hesekê di bin dirûşmeya" Yekitiya Kurdan misogeriya azadiya gelan û şikandina artêşa Tirk li ser xakê me ye" daketin qadan.

Serok, nûner, endamên PYNK`ê, saziyên civaka sivîl, yekitî û sendîqeyên li herêma Cizîrê beşdarî meşê bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên"Bijî berxwedana gelên me yên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî","Bi berxwedan û têkoşînê em yekitiya kurdî bi ser bixînin û artêşa Tirk derxînin" û " QSD`ê nûnetiya me dike" û alên PYNK`ê rakirin.

Meş dewam dike, tê payîn ku  di dawiya meşê de PYNK`ê daxuyaniyê bide.

(eh)

ANHA