Şerê dîplomatîk…gelo dê DYA balyozxaneya xwe ji Bexdayê vekişîne?

Hikumeta Iraqê ku kete nava zeviyekî mayinan, hewl dide bi her kesî re hevsengiyekê çêke. Lê ji ber destwerdana Îran û Tirkiyê û nerazbûna Amerîkayê li hemberî tevgerên hêzên Îranê, hikumeta Iraqê kete nava çiravekê. Gelo ev nîşaneyên şerekî mezin in an tenê aloziyeke siyasî ya demkî ye?

Şerê dîplomatîk…gelo dê DYA balyozxaneya xwe ji Bexdayê vekişîne?
7 cotmeh, 2020   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Ji beriya çend rojan ve hikumeta Mistefa Kazimî gelek ked dide da ku bihêle Amerîka ji biryara girtina balyozxaneya xwe li Bexdayê, paşde vekişe. Biryara girtina balyozxaneyê piştî êrişên li dijî şandeyên biyanî û bi taybetî yên Amerîkayê ku hêzên Iraqê yên girêdayî Îranê pê tên tawanbarkirin, hat dayîn.

Yek ji vebijêrkên Amerîkayê ew e ku balyozxaneyê bibe Hewlêrê, lê belê piştî behsa vê yekê hat kirin hêzên Heşdî Şabî bi moşekan êrişî derdora balafirgeha Hewlêrê kir.

Ji 26`ê Sibata borî ve li Iraqê êrişên bi katyûşa yên li dijî balyozxaneya Amerîkayê, baregeha Amerîkayê ya li balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî û baregehên leşkerî yên Iraqê zêde bûn, ku leşker, hêza artêşa Amerîkayê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî tê de hene. Her wiha karwanên Koalîsyona Navneteweyî li gelek bajarên Iraqê dem bi dem bi mayinên hêzên Iraqî dihatin hedefgirtin.

Çavkaniyên ji hikumeta Iraqê piştrast kiribû ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo beriya hefteyekê peywendiya telefonê bi serokkomar Berhem Salih re danîbû û gefa girtina balyozxaneyê xwaribû.

Wezîrê karên derve Fûad Hisên jî 30`ê Îlonê ragihand ku hikumetê ji bo parastina şandeyên dîplomatîk gelek tedbir girtiye. Her wiha piştrast kiribû ku vekişandina balyozxaneya Amerîkayê nîşaneyên şaş dide gelê Iraqê. Wezîrê iraqî gotibû ku hikumeta welatê wî “bi biryara Amerîkayê ne kêfxweş e” û ev biryar “nakeve berjewendiyên Bexdayê.”

Beriya wê jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê û di serî de hêzên Amerîkayê leşkerên xwe ji baregeha El-Tacî ya leşkerî ya nêzî Bexdayê vekişandibû û baregeh radestî hêzên ewlekariyê yên herêmî kiribû. Ev yek piştî ku baregeh gelek caran hat hedefgirtin, pêk hat.

Li gorî rojanameya Washington Post, tevgerên dawîn ên Amerîkayê û gefên qelskirina hebûna xwe ya dîplomatîk li Bexdayê, gelek fikaran li ser niyetên Washingtonê yên dema pêş û bandorên vekişandina şandeya dîplomatîk ku ew şandeya herî mezin e li cîhanê, çêdike.

Heke ev biryar pêk bê, dê bi du rengan bandorê bike. Yan dê bi temamî bê vekişandin û Iraq radestî Îranê bê kirin, ku hêzên girêdayî Îranê bi êrişan dixwazin ev  yek pêk were. Yan jî dê tenê şandeyên dîplomatîk bên vekişandin û amadekarî ji qonaxeke berfireh a şer re bê kirin.

'JI DEMA KUŞTINA SILÊMANÎ Û EL-MUHENDIS VE ŞEREKÎ DIJWAR Û EŞKERE HEYE'

Di vê derbarê de, nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir wiha dibêje: “Ji dema kuştina Silêmanî û Ebû Mihdî El-Muhendis ve, şerê di navbera Amerîka û Îranê de li Iraqê bi awayekî eşkere û dijwar dewam dike. Ji ber ku Iraq qadeke mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Amerîkayê ye. Her wiha hin komên çekdar ên girêdayî Îranê di aliyê siyasî û olî de hene. Vî şerî bandor li rewşa Iraqê jî kiriye.”

Cebir wiha dewam kir: “Di demekê de ku hikumeta Kazimî dixwaze Iraqê dûrî qada şer bixe, komên girêdayî Îranê derfeta hebûna Amerîkayê li wir bi kar tînin û dixwaze tola her du fermandarên xwe yên hatine kuştin hilîne.”

'PARÇEYEKÎ BANDORA HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ YE'

Cebir diyar kir ku şerê Amerîka-Îranê yê li Iraqê parçeyekî bandora hilbijartinên Amerîkayê ye ku dema wan nêz bûye û wiha dewam kir: "Serokê Amerîkayê Trump dixwaze hilbijartinan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Li aliyekî din Îran dixwaze ku Trump ji desthilatê bixe anku şansên wî di hilbijartinên serokatiyê de kêm bike."

'HIKUMETA IRAQÊ DI REWŞEKE ZEHMET DE YE'

Cebir li ser helwesta Iraqê jî wiha got: “Baregehên Iraqê ku hêzên Amerîkayê lê ne, hatin hedefgirtin. Her wiha balyozxaneya Amerîkayê jî hat hedefgirtin, hikumeta Iraqê nikarîbû van nuqteyan biparêze, ji lewra ew ket rewşeke zehmet.”

Cebir bi domdarî got: “Hikumeta Iraqê hewl dide têkiliyên Iraqê bi Amerîkayê re xurt bike. Ev yek li xweşiya komên çekdar nayê ku wê yekê wekî qelsbûna hêza xwe dibîne.”

Cebir li ser bandorên girtina balyozxaneya Amerîkayê jî wiha ev nirxand kir: “Vekişandina balyozxaneya Amerîkayê anku tunekirina rola dîplomatîk, li gel aloziya tenduristiyê û diravî ku Iraq tê re derbas dibe, welat dixe tengezariyeke mezin û tecrîdeke navneteweyî.”

Cebir destnîşan kir ku Iraq hewl dide têkiliyên navneteweyî yên hevseng bi hemûyan re çêbike, lê belê hin dewletên wekî Îranê û Tirkiyê destwerdanê li kar û barên Iraqê dikin û serweriya wê dikin hedef.

Nivîskar û rojnamevanê iraqî wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîstiya Iraqê bi têkiliyên navneteweyî û herêmî yên hevseng heye, bêyî ku tu hêz serweriya xwe ferz bikin an dest li kar û barên welêt werdin. Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî ev yek di axaftina xwe ya dawî de piştrast kiribû.”

(cx)

ANHA​​​​​​​