Platforma Rojnamevanên Jin: Mîrateya Gurbetellî Ersoz mîna duh dê îro jî rêya me ronî bike

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ‘Roja Rojnamevanên Jin a Kurd’ pîroz kir û diyar kir "Lêgerîna li rastiyê ku Gurbetellî Ersoz bi jiyana xwe ji rojnamevanên jin ên Kurd re wek mîrate hişt, mîna duh dê îro jî rêya me ronî bike."

Platforma Rojnamevanên Jin: Mîrateya Gurbetellî Ersoz mîna duh dê îro jî rêya me ronî bike
7 cotmeh, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi wesîleya Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Lêgerîna li rastiyê ku derhênera destpêkê ya çapemeniya jinan a li Tirkiyê Gurbetellî Ersoz bi jiyana xwe ji rojnamevanên jin ên Kurd re wek mîrate hişt, mîna duh wê îro jî rêya me ronî bike."

Platformê diyar kir ku polîtîkaya tunekirinê ya ku ji aliyê desthilatdaran ve bi salan li ser gelê Kurd hate ferzkirin, vê demê bi rêbazên cuda tê meşandin û destnîşan kir ku di lêgerîna rastiyê de ew ti carî dudil nebûn, ji niha û pê ve jî wê dudil nebin û wiah hate gotin: "Di vê demê de ku civak ber bi tarîtiyê ve hatiye dehfdan, bi navê rojnamevanên jin em ê 'ronahiyê' bigihînin civakê."

Di dawiya daxuyaniyê de roj li rojnamevan jin ên Kurd hate pîrozkirin û rojnamevanên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe feda kirin hatin bîranîn.