Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine 2 hezar derbas kir

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dawîn de 2 kesên bi koronayê ketine, mirin û hejmara kesên bi koronayê ketine jî 2 hezar derbas kir.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine 2 hezar derbas kir
7 cotmeh, 2020   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên ku bi koronayê mirine; jinek û mêrek ji Til Temirê ne. Her wiha destnîşan kir ku 48 kesên din jî bi koronayê ketine, ew jî 23 mêr in û 25 jin in û li van herêman in:

Reqa: 22
Kobanê: 14
Minbic: 6
Tebqa: 2
Qamişlo: 2
Dirbêsiyê: 2

Ciwan Mistefa da zanîn ku 3 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara kesên ku li herêmê bi koronayê ketine, gihaşt 2 hezar û 46 kesan, jê 73 nexweş mirine û 516 nexweş baş bûne.

ANHA