​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê 46 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 46 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 2 kesên din jî mirin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê 46 kesên din bi koronayê ketin
6 cotmeh, 2020   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, di 24 saetên dawî de li Sûriyê 46 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 2 jî mirin.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê  li Sûriyê gihişt 4 hezar û 457'an û hejmara miriyan jî gihişte 209'an.