Kanadayê hinartina firokeyên bêpîlot ji Tirkiyê re rawestand

Kanadayê piştî destpêkirina lêpirsînê, ragihand ku hinartina firokeyên bêpîlot ji Tirkiyê re rawestandiye.

Kanadayê hinartina firokeyên bêpîlot ji Tirkiyê re rawestand
6 cotmeh, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên koma projeya Project Ploughshares; koma çavdêriya çekan, got di dîmenên derbeyên asmanî yên hikumeta Azerbêcanê de li Bakûyê, diyar dibe ku firokeyên xwedî pergalên şîrketa L3 Harris Weisscam têne bikaranîn, ev yekîne Kanadayî ye û girêdayî şîrketa L3 Harris Technologies a Amerîkayê ne.

Piştî vê bûyerê wezîrê karên derve yê Kanadayê Francois-Philippe Champaign got: “Li gorî pergala Kanadayê ya xurt ji bo şopandina hinardeyan û di encama şerên ku niha rû didin de, tevahiya hinardeyên ber bi Tirkiyê ve hatin rawestandin.”

Dewleta Tirk desteka xwe ji Azerbêcanê re li dijî Ermenistanê ragihand û balafir, amûr û çeteyên ji Sûriyê jê re şandin.

(şx)