Li Diyalayê topbaran, 2 sivîl birîndar bûn

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku 6 top li Diyala ketine û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li Diyalayê topbaran, 2 sivîl birîndar bûn
6 cotmeh, 2020   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê diyar kir ku 6 top li gundê El-Îslahê yê navçeya navçeya Celawla ya parêzgeha Diyala ya Iraqê ketin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî Wezareta Karên Derve ya Iraqê piştrast kir ku Amerîka gefa girtina balyozxaneyê nexwarine, her wiha destnîşan kir ku bi kişandina balyozaxaneyê dê bandorê li ser têkiliyên Iraqê bi gelek şandeyên ewropî û erebî bike.

Wezîrê karê derve Fûad Hisên di daxuyaniyek ji kanala fermî re diyar kir ku Amerîka ji bo girtina balyozaxaneyê tu gef nexwarine. Fûad Hisên destnîşan kir ku şande û balafirgeh bi gotina Amerîkayê ya veguhastina balozxaneya xwe ji Bexdayê, bandor bûne.