Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan li Rimêlanê dest pê kir

Îro bi dirûşma “Bi birêxistinkirina jinên ciwan em ê dagirkeriyê tune dikin” 4`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi tevlêbûna 550 delegeyan li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan li Rimêlanê dest pê kir
6 cotmeh, 2020   08:46
QAMIŞLO

Bi armanca nîqaşkirina rewşa jinên ciwan, danîna plansaziya kar a dema bê, gotûbêjkirina rêbazên şerê taybet a ku dewleta Tirk pê ciwanan dike hedef, 4`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê dest pê kir.

550 delege ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mêvanên ji sazî û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê tev li kongreyê bûn.

Li gorî Komîteya Amadekar a kongreyê, bernameya kongreyê ji axaftinên mêvanên kongreyê, xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan di civakê de pêk tê

Dê rapora du salên borî, rewşa rêxistinî ya yekitiyê were xwendin û ji hêla delegeyan ve were nîqaşkirin. Piştre dê li ser hevpeymana yekitiyê bê erêkirin. Paşê dê Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê were hilbijartin.

ANHA