Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 79 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 79 kesên din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 79 kesên din bi koronayê ketin
5 cotmeh, 2020   06:39
 NAVENDA NÛҪEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine 43 mêr in û 36 jin in û li van herêman in:

Hesekê:11

Qamişlo:3

Dêrîk:10

Girkê Legê:7

Amûdê:1

Tirbespiyê:1

Reqa:22

Kobanê:11

Tebqa:9

Minbic:4

Mustefa diyar kir ku 10 kesên ku bi koronayê ketibûn baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 918 kes bi koronayê ketine, jê 69 kes mirine û 496 baş bûne.

 ANHA