Meclisa Hecînê bi hêzên koalîsyonê re civiya

Meclisa Gel a bajaroka Hecînê ya rojavayê Dêrazorê bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re civiya û mijarên xizmetguzarî û ewlehî nîqaş kirin.

Meclisa Hecînê bi hêzên koalîsyonê re civiya
4 cotmeh, 2020   17:51
DÊRAZOR

Ji bo nîqaşkirina rewşa ewlehî û xizmetguzarî li herêma rojhilatê Dêrazorê, Meclisa Gel a bajarokê Hecînê ya Dêrazorê bi hêzên Koalsîyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê re civiya.

Nûnerê derve yê DYA'ê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarê leşkerî yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî yê li Dêrazorê, hevserokatiya Meclisa Gel a Hecînê û şxê û rûspiyên eşîrên herêma rojhlat tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa xizmetguzarî û ewlehî ya herêmê hate nîqaşkirin. Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Todd Inter Secret axivî û got: "Li bajarê Hecînê pêşketin çêbûye. Dema em hatin vir me ev pêşketin dît, aramî heye û tevgera bazaran jî baş e. Ji bo aramniya herêmê em ê destekê bidin û projeyên xizmetguzariyê pêşkêş bikin."

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selamn got, pêwîstiya herêmê hîn zêdetir bi xizmet û ewlehiyê heye, bi taybet di warê çandiniyê de komeleyan cotkaran ji sedî 70 bê kar in û pêwîstî bi restorekirinê û gelek alavan heye.

Her wiha Selman destnîşan kir ku pêwîstiya rê û dibistanan jî bi restorekirinê heye ku beşek mezin ji wan bi temamî wêran bûne.

Todd Inter Secret, diyar kir ku ew ê destekê bibin herêmê û daxwazên wê bi cih bînin.

ANHA