PYD'ê civînên xwe yên bi gel re li Kobanê bi dawî kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), civînên xwe yên bi gel re li Kobanê dawî kir.

PYD'ê civînên xwe yên bi gel re li Kobanê bi dawî kir
4 cotmeh, 2020   16:50
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), 14'ê Îlonê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li ser asta herêmê, bi diruşmeya "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" pêngaveke ya lidarxistina civînên bi gel re dabû destpêkirin.

Rêzecivînên li Kobanê îro li navçeya Şêran bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li dibistana Arslataş a amadehî bi dawî bû.

Li navçeyên Sirîn û Merxene jî civîn hatin lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyên Giştî yê PYD' ê yê herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û girîngiya hevgirtin û rêxistinkirina civakê li hemberî êrişên derve destnîşan kir.

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan gelê Kurd qir bike û got ku dewleta Tirk di hebûna gelê Kurd de tunebûna xwe dibîne, ji ber ku ji berxwedan û vîna gelê Kurd ditirse.

Hevseroka Meclisa Dadê ya herêma Firatê Nesra Xelîl jî axivî û got ku Tirkiyê bi hemû rêbazan ji şerê leşkerî bigire heta şerê taybet şerê gelên herêmê dike, da ku wan ji hev belav bike û fitneyê di navbera wan de derxîne."

Nesra Xelîl destnîşan kir ku pêwîste civak hevgirtina xwe xurt bike û xwe bi rêxistin bike û li hemberî dagirkerî û hewldanên derxistina fitneyê bisekinin.

Piştre, endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyên Giştî ya PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa armancên pêngavê xwend.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zRauaeF1-BM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>