Esed: Tirkiyê bi xebatên "Komîteya Destûrî" eleqedar nabe, armanca wê dewleta Sûriyê lawaz bike

Beşar Esed got, şandeya hikumeta Şamê di civînên "Komîteya Destûrî " de wê pirsgirêkên girêdayî îstîqrara Sûriyê nîqaş nake. Esed her wiha got,  li beramberî şandeya hikumeta wî hikumeteke heye ku desteka xwe ji Tirkiyê digire û girîngiyê nade xebatên komîteya destûrî û armanca wê dewleta Sûriyê lawaz bike.

Esed: Tirkiyê bi xebatên "Komîteya Destûrî" eleqedar nabe, armanca wê dewleta Sûriyê lawaz bike
4 cotmeh, 2020   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed di hevpeyvînekê de digel kenala " Zvezda" ya Rûsyayê de got: "Şandeya Şamê wê di civînên komîteya destûra bingehîn a Sûriyê ya li Cinêvê de pirsgirêkên girêdayî îstîqrara Sûriyê gotûbêj neke."

Esed daxuyand "Di danûstanên Komîteya Destûrî de li bermaberî şandeya hikumeta Sûriyê aliyekî din heye ku teşkîleya wê ji aliyê tirkan ve hatiye diyarkirin."

Esed her wiha got: "Tirkiyê û dewletên alîgirên wê di nav de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi karê Komîteya Destûrê re bi rengek avaker eleqedar nabin û armanca wan lawazkirina dewleta Sûriyê ye."

Esed anî ziman ku "Dewlet û herêmên ku Washington destûr li ser ferz kirine wê ber bi fitne û aloziyê ve biçin û wê ne arman bin."

Beşar Esed got: "Hikumeta Sûriyê vî rêbazî qebûl nake û diyalogên li ser pirsgirêkên girêdayî îstîqrara Sûriyê red dike."