Koalîsyona Navneteweyî: Xebata hevpar a bi QSD'ê re rê li ber êrişên DAIŞ'ê digire

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê got: "Xebata hevpar a bi QSD'ê re hêzeke mezin e, da ku rê li ber êrişên DAIŞ'ê yên li ser Sûriyê û derveyî wê bigire."

Koalîsyona Navneteweyî: Xebata hevpar a bi QSD'ê re rê li ber êrişên DAIŞ'ê digire
4 cotmeh, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê koalîsyonê Wayne Maruto li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hêza Erka Hevbeş a Hewayî di çarçova Operasyona Ezim Selib de, vê sibehê li dilê DAIŞ'ê xist û baregeha perwerdekirina terorîstan a li çola Badia ya Sûrîyê wêran kir."

Maruto got, xebata hevbeş a di navbera koalîsyon û Hêzên Sûriya Demokratîk de, hêzeke mezin e, ku rê li ber êrişên DAIŞ'ê yên li Sûriyê û derveyî wê digire.

Maruto her wiha got: "Koalîsyon wê hemû desteka xwe bi şirîkên xwe re bidomîne heta serkeftina têkçûna rêxistina DAIŞ'ê bi temamî li Sûriyê û Iraqê misoger bike."

 Berdevkê koalîsyonê Wayne Maruto diyar kir ku dema mayîna koalîsyonê li herdu welatan girêdayî mercên derdorê û destnîşan kir ku "Piştgiriya koalîsyonê û alîkariya wê bi şirîkên wê re dê li gorî mercên guhertina meydanî ya li ser erdê bidome heta rêxistina tundraw bi temamî tune bibe."