Almanya: Ji ber paşguhkirina biryara alîkariyan ji bo Sûriyê em bi fikar in

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haiku Mas got, li ser paşguhkirina hin endamên Konseya Ewlekariyê ya biryara girêdayî mekanîzmaya pêşkêşkirina alîkariyan ji Sûriyê metirsîdar e û got: " Alîkarî alaveke girîng e ji bo piştevaniya şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê re ye."

Almanya: Ji ber paşguhkirina biryara alîkariyan ji bo Sûriyê em bi fikar in
4 cotmeh, 2020   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Haiku Mas got, paşgukirina hin endamên Konseya Ewlekariyê ya biryara girêdayî mekanîzmaya derbaskirina sînor û pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyan re metirsîdar e û tu encam bi xwe re neanîn.

Haiku Mas di hevpeyvîneke bi Erebiya Cedîd re li ser xebatên Civata Giştî ya NY’yê ya li New Yorkê ya di hefteya borî de li dar ketiye da zanîn ku gihandina alîkariyan ji bo rizgarkirina bi hezaran sivîlan hat qedexekirin û biryara girêdayî mekanîzmaya derbaskirina di sînor re hat paşgukirin.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haiku Mas destnîşan kir ku alîkariyên bi rêya sînor amûreke girîng e ku piştevaniya şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê bê kirin.

Haiku Mas berdewam kir ku bêyî destpêkirina pratîkê ya xebata siyasî ya dostane di bin sîwana NY’yê de jinûveavakirin ne pêkan e.

Haiku Mas texmîn dike ku xebata siyasî ya dostane rêbaza yekane ya aştiya mayînde û şerta bingehîn a pêkanîna têkiliyan bi Sûriyê re ye û piştrast kir ku ew her tim di dan û standinên xwe de bi hikumeta Sûriyê re zelal bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haiku Mas daxuyand ku dayîna Şamê ya rewabûna navneteweyî di vê merheleya zû de dê rejîma Sûriyê pir kêm beşdarî xebata siyasî be.

(fr)