Ebû El-Xeyit: Dawiya Tirkiyê wê nebaş be

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyit got, dawiya Tirkiyê û rayedarên wê nebaş be, nemaze ku bi aliyên herêmî û yên mezin ketiya nava gelek nakokiyên dijwar.

Ebû El-Xeyit: Dawiya Tirkiyê wê nebaş be
4 cotmeh, 2020   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyit da zanîn ku Tirkiyêbi aliyên herêmî û yên mezin ketiya nava gelek nakokiyên dijwar û got: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li dijî Misir, Sûriya, Îraq û Lîbyayê destwerdana leşkerî dike."

Ebû El-Xeyit destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyê ya li aloziya li Qafkasyayê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, nakokiyên wê yên bi Yewnanistan û Qibirsê û êrişên wê yên li herêmên gazê yên rojhilatê Deryaya Spî hişt ku bibe "Dewleteke mezin û bi bandor."