Xwendekarên Hesekê: Bi rêya onlinê me sûd ji waneyan girt

Xwendekarên Hesekê diyar kir ku tevî hin çewtiyan sûd ji waneyên ku bi rêya onlinê hatine dayîn wergirtin. Ji aliyekî din ve jî Rêveberiya Giştî ya Dibistanan piştrast kir ku dê li ser çewtiyên ku xwendekarên destnîşan kirine, bixebitin.

Xwendekarên Hesekê: Bi rêya onlinê me sûd ji waneyan girt
4 cotmeh, 2020   14:31
HESEKÊ

Bi hedefa şopandina nêrîna xwendekar û nêzbûna ji fikirên wan, piştî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya taloqkirina dibistan û şopandina waneyan bi rêya onlinê, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Hesekê panelek ji hejmareke xwendekarên bajêr re li dar xist.

Her wiha armanca lidarxistina panelê naskirina sûdgirtina xwendekaran ji van waneyan û derbaskirina kêmasiyên ku di waneyên onlinê û tevnên civakî de hatine dayîn ku Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistiye.

Kadroyên perwerdê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pandemiya vîrusa Koronayê ya ku bi awayekî mezin li herêmê belav bûye, metirsîdar in. Ji ber dibe ku careke qedexekirina derketina derve li hundirê bajaran, were ferzkirin, dibistan û zanîngeh careke din werin taloq kirin. Bi wê re jî dibe ku xwendekar dîsa ji dibistanan bi dûr kevin û perwerdê bi rêya onlinê dest pê bike.

Panel li navenda Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê bi beşdariya hejmarek ji xwendekarên tevahî dibistanê bajêr û hevserokatiya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Hesekê hat lidarxistin.

Der barê çawaniya birêxistinkirina demê di dirêjhaiya sala xwendinê de, xwendekaran da zanîn ku piştî ji dibistanê vedigerin bi dema 2 saetan dixwînin, piştre navberekê distînin. Dûvre jî waneyên mayî temam dikin û heke hin fikre nehatin naskirin ji mamosteyan rapirsînin dikin.

Xwendekaran destnîşan kir ku bi berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina dibistanan re, demên xwe bi xwendina roman, çîrok û şopandina waneyên ku ji hêla Desteya Fêrkirin û Perwerdê ve bi rêya onlinê dihatin weşandin, dadigirtin.

Xwendekaran rave kir ku madeyên di minhacên Rêveberiya Xweser de baş in û bi agahiyên sûdmend dewlemend in. Her wiha rêbaza mamosteyan baş e.

Xwendekaran spasiya Rêveberiya Xweser û Desteya Fêrkirin û Perwerde ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşkêşkirina tevahî madeyan bi rêya onlinê kir û pişrast kir ku wan sûd jê girt.

Di dema dawiyê de hikumeta Şamê hemleyeke reşkirinê li dijî minhacên perwerdê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, da ku xwendekar jê bi dûr kevin û malbatên wan jî zarokên xwe neşînin dibistanên Rêveberiya Xweser. Lê tevî ku perwerde bi zimanên kurdî, erebî û suryanî dihat dayîn.

Xwendekaran bal kişand ser ku ferqeke mezin di navbera meteryalên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de heye û piştrast kir ku girîngtirîn rêgezên hikumetê yek al, yek netewe û bi pirrengiya zimanan itîraf nake, ev jî nîşaneya nijadperestiyê ye û ji xwendekaran re tu pêşerojekê ava nake.

Girêdayî heman mijarê, xwendekaran diyar kir ku meteryalên Rêveberiya Xweser tevahî made bi zimanên pêkhateyên li herêmê hene û ew jî meteryalên Rêveberiya Xweser di ser meteryalên hikumeta Şamê re digirin. Ji ber ku minhaca Rêveberiya Xweser mafên her pêkhateyekê di zimanê dayikê de dide.

Xwendekaran li ser hin çewtiyên ku di waneyên online de derketine axivîn, ji aliyê demê ve. Her wiha daxwaz kir ku saetên her merheleyekê dabeş bikin û ne di nava hev de bin.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Hesekê Jînda Ehmê got ev panel, piştî dema dirêj a qedexekirina derketina derve ji ber pandemiya vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryara taloqkirina dibistanan bi nêzê 6 mehan,  ji merheleya seretayî û navîn re hat lidarxistin.

Jînda Ehmê da zanîn ku armanca jê naskirina asta serketina waneyên bi rêya online û çewtiyên ku tê de derketin. Her wiha naskirina amadekariyên xwendekaran di dema betlaneyê de û sûdgirtina ji van waneyan e.

Jînda Ehmê bi dawî kir ku dê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan çewtiyên ku derketine derbas bikin û rêbazê sererast bikin. Da ku asta perwerdeyê bi pêş bikeve û xwendekar fêr bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H9-XGoRGzM4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>