Li Tebqayê wê sibe mîhrîcana yekemîn a mîraseyan dest pê bike

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşmeya "Bi hev re em parastina mîrase û şaristaniya pabîrên xwe bikin" dê sibe bi beşdariya gelek komên stranên erebî û kurdî dest bi yekemîn Mihrîcana Mîrase û Muzîkê bikin.

Li Tebqayê wê sibe mîhrîcana yekemîn a mîraseyan dest pê bike
4 cotmeh, 2020   13:24
TEBQA

Bi armanca diyarkirina çand û mîraseyên herêma Firatê, ji bo lidarxistina mîhrîcana yekemîn a stranên foklorîk amadekarî tên kirin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê û Endamê Komîteya Amadekar Elî El-Elaye axivî û naveroka mîhrîcana ku dê yekemîn car li herêmê bi pirrengiya çanda xwe û stranan li dar bikeve, eşkere kir.

Elî El-Elaya destnîşan kir ku komîteya amadekar li parka Navenda Çandê ya li Tebqayê dikê amade dikin, li gel vê gelek pankart jî amade kirin û dê li kolanên serekê yên bajar, têketinên bakur û başûr werin daliqandin paşê dê test çêbibin û amadekariyên endamên koman  piştrast bikin.

Têkildarî komên dê beşdarî mîhrîcanê bibin Elî El-Elayê diyar kir ku dê 5 kom beşdarî mîhrîcanê bibin ew jî ev in"Koma Beyt El-Esîl, Kelepûra Feratê, Kelepûra Kurdan, Diret El-Fûrat û Koma Dêrazorê." Ev kom dê stranên foklorîk ên herêmê ku bi pirrengiya xwe tên naskirin pêşkêş bikin.

Elî El-Elayê da zanîn ku dê mîhrîcan 3 rojan dewam bike û li deverên cuda dê bê lidarxistin. Vekirina çalakiyê dê li Navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Tebqayê be û di roja duyemîn de dê li bajarokê Mensûra ya gundewarê rojhilatê Tebqayê be û roja dawîn jî dê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniyê yê bakurê rojavayê Tebqayê bi dawî bibe.

Çalakiya mîhrîcana bi dirûşmeya"Bi hev re em ê çand û şaristaniya pabîrên xwe zindî bikin" dê sibe 5`ê Cotmehê di saet 5`ê êvarê dest pê bike û dê şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li bibin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QX3B7GBAPHY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>