Malbeta şehîd Peyman: Em ê xeta têkoşînê bidomînin

Şêniêyn navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata gerîlaya HPG'ê Şirîn Omer (Peyman Axîn) re xwestin, a ku di berxwedana Heftenînê de şehîd bibû.

Malbeta şehîd Peyman: Em ê xeta têkoşînê bidomînin
4 cotmeh, 2020   13:43
QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li gundê Eteba ya girêdayî navçeya Tirbespiyê hate vedan. Şandeyên ji Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Meclisa Navçeya Tirbespiyê, herikîn bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hac Ebdî Xelef û endama Rêveber a Kongreya Star Necah Qeso axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk dijminahiya gelên azadixwaz, bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide bi hemû rêbazan destkeftiyên ku pêkhateyan herêmê bi destxistine têk bibe, êrişên ser herêmê, hewldanên derxistina fitneyan û belavkirina ajanan mînakên vê yekê ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku, gelên herêmên bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in û li hemberî siyasetên Tirkiyê yên dagirkeriyê disekinin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya şehîd Peyman Axîn radestî apê wê Mihemed Salih Omer hate kirin. Apê şehîd got, ew ê xeta têkoşînê bidomînin û hêvî kir ku şehadeta Peyman Axîn bibe gaveke ber bi pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2bYYUrB01z8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>