Dewleta Tirk a dagirker li gundên Til Temirê avakirina satiran zêde kir

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel sewqiyatên leşkerî yên mezin, li derdora gundên di bin kontrola wan de, li eniyên şer ên gundewarên Til Temirê satirên axê yên mezin çêdikin.

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Til Temirê avakirina satiran zêde kir
4 cotmeh, 2020   13:06
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Bi nêzbûna derbasbûna salekê di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê tên binavkirin, liv û tevgera dewleta dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde bûye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendên axî yên mezin li dora gund û baregehên xwe yên leşkerî yên li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê yên dagirkirî ava dike.

Li gorî hin agahiyan, 5 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û 33 nuqteyên girêdayî çeteyên dewleta Tirk li gundên Eyn Îsa û piraniya wan jî li gundên Hoşan, Kefîfe, Şergirak û Xirbêt Faris hatine avakirin. Li dora wan baregeh û nuqteyan jî dîwarên (bendên) axî hatine lêkirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê, nuqteyan ava dike û baregehên xwe xurt dike. 

Li aliyekî din çavkaniyekî leşkerî yê Hêzên Parastina Xabûrê ya Asûrî da zanîn ku ji çend rojan ve çete li derdora gundên li eniya şer satiran ava dikin. Di heman demê de çete û leşkerên Tirk bi awayekî zêde li wan gundan kom bûn. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZMU5Q5E-24Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>