Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan û piştrast kir ku pêwîst e teror tune bibe, herêmên dagirkirî rizgar bibin û sûcên dewleta Tirk rawestin.

Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî meşiyan
4 cotmeh, 2020   13:04
TEBQA

Şêniyên bajarê Tebqa, bajarokên Cirniye û Mansûra li Stada Gazê kom bûn û tevî endamên Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan a Tebqayê, Malbatên Şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî meşiyan.

Meş ji Stada Gazê dest pê kir û li Çerxerêya Dêrê bi dawî bû. Beşdarên meşê sloganên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî berz kirin û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Ciwanên Şoreşger, Meclisa Sûriya Demokraîtk (MSD), Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û wêneyên şehîdan ên ku ji bo rizgarkirina Tebqayê şehîd bûne, hildan.

Li ber Çerxerêya Dêrê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer axivî û serhildan û vîna gelên herêmê ji bo bidawîkirina hovîtiya dewleta Tirk û sûcên wê li dijî gelên herêmên dagirkirî, pîroz kir.

Umer destnîşan kir ku rastiya armancên dewleta Tirk ên ku hewl dide li herêmê pêk bîne, ji Idlibê bigire heta bigihêje Serêkaniyê, nayên veşartin û got: “Dewleta Tirk dixwaze Osmaniyam vejîne û careke din herêmê kontrol bike.

Umer di dawiyê de got: “Li herêmên dagirkirî heta niha tevî hevî û sûcên mîna kuştin, revandin, destdirêjkirin û talankirin têne kirin. Guhertina demografiya herêmê di lûtkeya wan sûcan de cih digire û êdî li wan herêman diyar bûye. Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tije koçberên ku Osmaniya Nû axa wan desteser kiriye, bûne.”

(şx)

ANHA