'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'

Silêman Barudo diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi koordîneya saziyên çandinî û aboriyê hewl dide rêgezên girîng deyne da ku asta çandiniyê li herêmê bi pêş bixe.

'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
'Em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniyê bi pêş bixin'
4 cotmeh, 2020   12:58
QAMIŞLO

Ji bo nirxandina çandinî û sewalkariyê li herêma Cizîrê û astengiyên ku rastî wê tên, îro li hola Meclisa Qanûnsaz a navçeya Amûde bi dirûşma “Ji bo jiyaneke xwezayî ber bi civaka çandiniyê ya komînal ve” 4`emîn civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê ya herêma Cizîrê li dar ket.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barudo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Talet Yunis, endamên rêveber ên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewakariyê ya herêma Cizîrê, endamên Aboriya Jinan, komîteyên çandiniyê, şîrketên pêşxistina civaka çandiniyê û kooperatîfên çandiniyê yên herêma Cizîrê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilat Sûriyê Silêman Barudo axivî û aloziya Sûriyê ya ku di dirêjahiya wê de binesaziya herêmê wêran bû û şêniyên wê koçber bûn û veguherî qada nakokiya herêmî û navneteweyî, bi bîr xist.

Silêman Barudo destnîşan kir ku ji warên ku herî zêde rastî talakirinê hatiye warê çandiniyê ye. Komên terorîst hilberînên herêmê talan kirin û derxistin derveyî Sûriyê. Cotkaran tengav kirin heta ku gihatş astekê ku artêşa Tirk a dagireker cotkaran di nava zeviyan de bike hedef.

Barudo piştrast kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) teror tune bû. Ruxmî dorpêçê û derfetên kêm jî lê Rêveberiya Xweser desteka warê çandinî û aborî kir. Ji bo ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda bibe û derfetên kar ji gelekan re dabîn bibe.

Barudo da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser bi koordîneya tevahiya saziyên çandiniyê û aborî hewl dide rêgezên girîng deyne, da ku asta çandiniyê pêş bixe, plansaziyên çandiniyê bi plan bike.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û rewşa çandinî bi giştî nirxand.  Yunis behsê kir ku însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi partî û aliyên siyasî re di warê pêkanîna yekitiya neteweyî de encamdar e, da ku karibin li hember siyasetên li dijî herêmê têne meşandin, têk bibin .

Piştî axaftinan perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî pêşxistina civaka çandinî ya komînal ji hêla hevseroka Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê ya knatona Hesekê Leme Hec Yunis ve hatin xwendin.

Civîn bi xwendina rapora salane ya Rêveberiya Gitşî ya Çandinî û Sewalkariyê, Aboriya Jinan, şirketên pêşxistina çandiniyê, Yekitiya Cotkaran, komîteyên çandiniyê û koperatîfên çandiniyê yên herêma Cizîrê didome.

Tê payîn civîn heta du rojan dom bike û tê de rewşa çandiniyê were nirxandin, pêniyar û nêrînên girêdayî pêşxistina warên çandinî û sewalkariyê bêne danîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gqW9FFuTpsg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>