Azerbêcanê îdia kir ku serokkomarê Qerebaxê birîndar bûye

Hikumeta Azerbêcanê ragihand ku îro serokkomarê Qerebaxê Arayik Harutyunyan bi giranî birîndar bûye.

Azerbêcanê îdia kir ku serokkomarê Qerebaxê birîndar bûye
4 cotmeh, 2020   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Azerbêcanê Hikmet Hacîf di civîneke çapemeniyê de îdia kir ku Arayik Harutyunyan di derbeyeke artêşa Azerêcanê de bi giranî birîndar bûye.

Her wiha Qerebaxê îro ragihand ku hêzên wê balafirgeha leşkerî li bajarê Gencê yê li başûrê Azerbêcanê wêran kiriye.