‘Şaha Dêrik Mînaka jina azad e’

Di merasîma sersaxiyê ya ji malbata şehîd Şaha Dêrik de beşdaran da zanîn ku şehîd Şaha bi exlaq û nirxên xwe yên mirovane ku nûnertiya jina azad dike, sembolek e.

‘Şaha Dêrik Mînaka jina azad e’
‘Şaha Dêrik Mînaka jina azad e’
‘Şaha Dêrik Mînaka jina azad e’
‘Şaha Dêrik Mînaka jina azad e’
4 cotmeh, 2020   12:19
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Legê li gundê Girê Sorê Fiqê yê şehîd û yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Kurdistanê Şaha Dêrikê kom bûn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Şehîd Şaha ji ber nexweşiya penceşêrê gihaşt şehadetê.

Şêniyên Dêrikê, navçeyên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD`ê û Kongreya Star axaftin hatin kirin û axêveran îşaret bi têkoşîna şehîd Şaha Dêrik kir û diyar kir ku şehîd Şaha bi canfedatiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.

Her wiha axêveran destnîşan kir ku şehîd Şaha di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 35 salan tê koşiya û bi exlaq û pîvanên xwe nûnertiya jina azad dikir.  

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê wesîqeya şehîd Şaha Dêrik xwend û radestî malbata wê kir.

Bi navê malbata Şehîd Şaha Dêrik Îbrahîm Feqe axivî û got divê her kes bi erka ku dikeve ser milê wan rabe, ji ber ev pêvajoya ku tevahiya Kurdistan û herêm tê re derbas dibe, dîrokî û hesas e.

Îbrahîm Feqe di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serkeftina li Heftanînê serkeftina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina destkeftiyên wan e, ji ber ku artêşa Tirk bi tevahiya rêbazan hewldana tunekirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, dike.

Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA