Ji ber teqîna mayinê koçbereke ji Efrînê birîndar bû

Ji ber teqîna mayinekê li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, lingê rastê yê koçbereke ji Efrînê qut bû.

Ji ber teqîna mayinê koçbereke ji Efrînê birîndar bû
4 cotmeh, 2020   12:14
ŞEHBA

Duh bi şev mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê yên li navçeya Til Rifetê ya li kantona Şehbayê teqiya. Di encamê de koçbereke efrînî bi navê Maya Cimo Gulxilo (45) ya ji gundê Celemê navçeya Cindirêsê birîndar bû û şêniyan yekser rakir Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Li gorî kadroyên tenduristiyê birînên wê gelekî giran bûn, ji ber wê neçar mane lingê wê yê rastê qut bikin.

Her wiha kadroyên tenduristiyê diyar kir ku Maya ji lingê xwe yê çepê û destê xwe yê rastê jî birîndar bûye. Kadroyên destnîşan kir ku rewşa Maya niha baş e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U2EJoUUx9yw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>