Di meha Îlonê de li Efrînê 2 sivîl hatin qetilkirin û 84 sivîl hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên di meha Îlona derbasbûyî de li kantona Efrînê pêk anîn, belge kirin û diyar kir ku 2 sivîl hatine qetilkiirn û 84 kesên din jî hatin revandin.

Di meha Îlonê de li Efrînê 2 sivîl hatin qetilkirin û 84 sivîl hatin revandin
4 cotmeh, 2020   12:34
ŞEHBA

Têkildarî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrînê ya dagirkirî yên di meha Îlonê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Serdem a li kantona Şehbayê bi zimanê kurdî ji hêla endama rêxistinê Wefaa Bekir ve û bi zimanê erebî jî ji hêla endama rêxistinê Heyhan Elî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Meheke biêş û sûcdariyan li arşîva dagirkeriyê û komên pê ve girêdayî yên ji Sûriyê zêde dibe. Li bajarê Efrînê sûcên li dijî sivîlên Kurd berdewam dikin. Di meha Îlona 2020`an de sûcên qetilkirin, revandin û îşkenceyê, bi zora çekan zewicandina keçên malbatên Kurd bi endamên komên çeteyan re, hatin belgekirin.

Li deverên bajêr darên zeytûnan û yên daristanî hatin qutkirin, agir bi daristanan xistin û ji ber wê gelek rûber hatin şewitandin. Di heman demê de hêzên artêşa Tirk ji bo dîrok û şaristaniya Kurd a vî bajarî tune bike, şûnwarên talan dike û bi darê zorê sivîlan ji malên wan derdixe.

Ruxmî şer û mercên ewlehiyê yên dijwar ên li bajêr, rêxistina me rojane sûcên artêşa Tirk û komên çekdar ên li dijî sivîlên Efrînê şopandin. Lê dîsa jî li gorî asta sûcên ku têne kirin, ev belgekirin kêm dimîne.

Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê di Îlona 2020`an ev in:

- Sivîlek û zarokek bu guleyê hatin qetilkirin.

- 84 welatî hatin revandin û li bermaberî serbestbardana 14 kesan ji wan, fîdye hatin dayîn, di nav de 8 jin û zarok in.

- Bi darê zorê 3 keçên temenbiçûk hatin zewicandin.

- Li 7 deveran 700 darên zeytûnê hatin qutkirin.

- Li 2 deveran dar hatin şewitandin.

- Li 4 deveran şûnwar hatin talankirin.

- Guhartina demografiya Efrînê didome.

- Navê Çerxerêya Meydankê veguherandin Artgelê.

- Dizîn û firotina malên sivîlên Kurd didome.

- Ferzkirina bacan li ser şêniyan.

Koçberên Kurd ên ku li herêmên Şehbayê dimînin û şêniyên navçeyên Şera û Şêrawayê ji ber terora dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku rojana koçberên li wan gundan rastî topbaraneke hovane tên.

Artêşa Tirk û komên çekdar di Îlona 2020`an de, kantona Şehbayê û gundên navçeya Şera û Şêrawayê bi zêdetirî 377 êrişên bi topên hewan, obus û topavêjan kirin hedef û bi hezaran guleyên doçkayê avêtin gundên li hemberî van gundan. Li gel van êrişan jî firokeyên keşfê yên dewleta Tirk tim li asmanê herêmê digeriyan.

Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê didomin. Bêyî ku aliyek wê bide sekinandin. Ruxmî ku Meclisa Mafên Mirovan di raporeke xwe de dewleta Tirk û komên Sûriyê yên çekdar bi pêkanîna van sûcan tawanbar kirin. Her wiha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan li ser zimanê komserê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku mafên mirovan li herêmên bakurê Sûriyê, bakurê rojava û bakurê rojhilatê wê yên di bin kontrola hêzên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de, têne binpêkirin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h6p6et3Eb8I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>