Li Şehbayê ji ber wefata Şêx Baba merasîma sersaxiyê hate lidarxistin  

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê li Şehbayê merasîma sersaxiyê ji ber wefata Şêx Xerto Hecî Îsmaîl (Baba Şêx) li dar xist.

Li Şehbayê ji ber wefata Şêx Baba merasîma sersaxiyê hate lidarxistin  
4 cotmeh, 2020   12:09
ŞEHBA

Baba Şêx 1`ê Cotmehê li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. Bi vê boneyê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê merasîma sersaxiyê li navçeya Ehdasê ya li kantona Şehbayê li dar xist.

Nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û gelek şênî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de gelek axaftin hate kirin û sersaxî ji tevahiya êzidiyan re ji ber wefata Baba Şêx hate xwestin. Her wiha xebat û rola Baba Şêx ên ji bo aştî û jiyana hevpar hatin bibîrxistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/29kLvOTRI_k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>