​​​​​​​Li Heftanînê leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG’ê daxuyand ku li Heftanînê di 2'yê Cotmehê de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Kato Sûlê çalakiyeke sûîqastê li dar xistiye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

​​​​​​​Li Heftanînê leşkerekî Tirk hate kuştin
4 cotmeh, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di 1'ê Cotmehê de saet 08:40'î hêzên me bi çekên ferdî li qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Di çalakiyê de kamerayeke mobese hate îmhakirin, derb li çekeke A4 hate xistin.

Hêzên me 2'ê Cotmehê li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kato Sulê çalakiya sûîqestê kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin."