Rêveberiya kampa Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina 500 malbatên din dike

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî dest bi firehkirina kampê kir, bi armanca ku koçberên ku rewşa wan li herêmên mîna Reqa û gundewarên wê dijwar e, pêşwazî bike.

Rêveberiya kampa Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina 500 malbatên din dike
4 cotmeh, 2020   11:28
EYN ÎSA

Rêveberiya kampê erdek bi rûbera 70 donim li aliyê rojhilatê kampê bi kirê kir da ku kampê firehtir bike. Ev cara sêyemîn e ku rêveberiya kampê beşên kampê fireh dike.

Ji 4 mehan ve bi zêdebûna hejmara koçberên Girê Spî re, rêveberiyê kampê banga firehkirina kampê kir, da ku koçberên rewşa wan li herêmên mîna Reqa û gundewarê wê ne baş e, pêşwazî bike.

Li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî, Rêveberiya Xweser bangewaziya rêveberiya kampê bersivand û îro dest bi rastkirina erdê kirêkirî kir.

Hevserokê rêveberiya kampê Mihemed El-Şêx got: “Piştî bidawîbûna vê xebatê, em ê 500 malbatên koçberên Girê Spî yên ku li herêmên Reqa û gundewarên wê dimînin, pêşwazî bikin.”

Ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de zêdetirî 350 hezar şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê koçber bûn. 3 hezar û 531 koçber li kampa koçberên Girê Spî dimînin.

El-Şêx destnîşan kir ku xebatên firehkirina kampê wê 30 rojan bidomin.

Di nav kampa Girê Spî de 723 malbat dimînin. Ji bo malbatên ku ji zêdetirî 8 endaman pêk tên, 2 kon tên pêşkêşkirin.

 (şx)

ANHA