Cenazeyên çeteyên sûrî ji Azerbêcanê gihaştin Kilîsê

Çavkaniyên herêmî ji bajarokê Ezazê diyar kir ku bi dehan cenazeyên çeteyên sûrî ku li Azerbêcanê hatibûn kuştin, gihaştin bajarê Kilîs ê Tirkiyê yê nêzî sînorê  Sûriyê.

Cenazeyên çeteyên sûrî ji Azerbêcanê gihaştin Kilîsê
4 cotmeh, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re da zanîn ku nêzî 50 cenazeyên çeteyên sûrî bi tedbîrên mezin ên ewlekariyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve gihaştin Kilîsê.

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî navê hejmarek çeteyên ku di vê mehê de di şerê li Qerebaxê de hatibûn kuştin, belge kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan  a Sûriyê di demên berê de destnîşan kiribû ku dewleta Tirk di meha Îlonê de nêzî 4 hezar çeteyên sûrî ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê derbasî axa Azerbêcanê kiribûn û heta roja îna derbasbûyî kuştina 28 kesan belge kiribûn.

Malperên tevna civakî jî bi awayekî berfireh wêne û dîmenên çeteyên sûrî ku gihaştine Azerbêcanê û di nava şer de ne, belav kirin.

Azerbêcan û Ermenistan ji salên 1990`î ve li ser herêma Qerebaxê di nava şerekî de ne, li aliyekî din Erîvanê artêşa Tirk ku li kêleka artêşa Azerbêcanê sekiniye û êrişan pêk tîne û bi hezaran çeteyên sûrî birine Lîbyayê, tawanbar kir. 

(oh)

ANHA