Rageşiya dewleta Tirk û Yewnanistanê dîsa zêde bû

Yewnanistanê hişyarî da ku ew dê rahênanên leşkerî li 2 herêman li rojhilatê Deryayê Spî  pêk bîne. Dewleta Tirk jî heman agahdarî ragihand ku dê rahênan li heman herêmê û di heman demê de pêk bîne.

Rageşiya dewleta Tirk û Yewnanistanê dîsa zêde bû
4 cotmeh, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Yewnanistanê duh eşkere kir ku dê rahênanên (tetbîqat) leşkerî li du herêmên rojhilatê Deryayê Spî di 6-8`ê Cotmehê de pêk bîne.

Dewleta Tirk jî eynî agahdarî ji bo heman cih û demê ragihand û diyar kir ku herêmên Yewnanistanê ragihandine, dikevin herêmên di bin kontrola Hêzên Deryayî yên Tirkiyê de û li beravên bajarê Antalyayê yê li başûrê Tirkiyê ne.