Hiqûqnasê ji Yemenê: Divê Ocalan were berdan

Parêzerê navneteweyî û çalakvanê hiqûqî yê ji Yemenê Mihemed Elî Elaw diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi awayekî neqanûnî ji aliyê hêzên desthilatdar ên Tirk ve hatiye revandin, lewma dadgehkirina wan ne qanûnî ye.

Hiqûqnasê ji Yemenê: Divê Ocalan were berdan
4 cotmeh, 2020   08:34
QAHÎRA – EMENÎ EZAM

Parêzerê navneteweyî û çalakvanê hiqûqî yê Yemenê ku li New Yorkê dimîne û serokê Weqfa Meûnê ya Mafên Mirovan û Penaberan li New Yorkê Mihemed Elî Elaw da zanîn ku girtina rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên desthilatdar ên Tirk ve, li ser bingeha revandineke neqanûnî û dijberî qanûnên navneteweyî pêk hat, lewma hemû dadgehkirinên wan vala ne û edalet tê de tune ye.

Her wiha çalakvanê hiqûqî tekez kir ku di rastiyê de dozgeriya dewleta Tirk di serdema serkkomarê Tirk Erdogan de ne serbixwe ye, dozgeriya Tirk wek amûreke tolhildana ji siyasetmedaran, nexasim siyasetmedarên Kurd û hêzên muxalîf ên Tirk bi kar tîne.

Elaw bang li civakên navneteweyî kir ku destwerdana vê rewşê bikin, sînorekî ji Erdogan re deynin, wek pirsgirêkeke siyasî li pirsgirêka Kurd were nihêrîn, mafên wan werin dayîn ku wek gel û netewe ji mafê wan e ku li ser axa xwe çarenûsa xwe diyar bikin û rêber Abdullah Ocalan wek rêberekî siyasî bibînin û divê were berdan.

(oh)

ANHA