​​​​​​​Asayîşa PDK'ê ekolojîstekî swîsreyî di vegera ji Rojava de destgîr kir

Ciwanekî ji Swîsreyê ku ji bo piştgiriyê bide şoreşa Rojava ev demek bû tev li projeyên ekolojîst ên li Rojava dibû, dema dixwest vegera Cinêvê, li Dihokê hate destgîrkirin. Ekolojîst hefteyek e li Hewlêrê girtî ye.

​​​​​​​Asayîşa PDK'ê ekolojîstekî swîsreyî di vegera ji Rojava de destgîr kir
4 cotmeh, 2020   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ekolojîstê Swîsreyî yê 20 salî ku ji bo piştgiriyê bide Şoreşa Rojava û cihê xwe di nava projeyên ekolojîst de bigire sala 2019'an çû herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja Yekşemê ji bo vegera Swîsreyê çû Başûrê Kurdistanê, lê belê li bajarê Dihokê hate destgîrkirin. Ciwanê Swîsreyî hefteyeke li Hewlêrê destgîrkirî ye.

Parêzerê ciwanê navborî Olivier Peter agahî da Ajansa Nûçeyan a Swîsreyê Keystone-ATS û diyar kir ku muwekîlê wî hefteyeke li Hewlêrê destgîrkirî ye û helwesta hilkumeta Başûrê Kurdistanê rexne kir. Parêzer Peter anî ziman ku muwekîlê wî ekolojîstek bû di nava komên çep ên Swîsreyê de cih digirt û ragihand, muwekîlê wî ji bo piştgiriyê bide projeyên ekolojîst ên li Rojava çûye herêmê.

Parêzer Peter diyar kir ku muwekîlê wî roja Yekşemê dema ku dixwest vegera Cinêvyê li Duhokê hate destgîrkirin û anî ziman ku rayedarên Başûrê Kurdistanê sedema destgîrkirina muwekîlê wî jî binpêkirina sînor û bêpasaportbûnê nîşan didin. Peter got, "Rast e muwekîlê min dema ku ji sînor derbas bû pasaporta xwe winda kir, lê belê rayedarên Kurd ên Bakurê Iraqê meha Sibatê ya derbasbûyî vîseya muwekîlê min nû kirin. Ev agahî li ber destê wan heye. Nasnameya muwekîlê min dikare bi hêsanî bê ispatkirin. Lewma destgîrkirina muwekîlê min nayê qebûlkirin. Vê rewşê bi rageşiya navbera rayedarên Kurd ên Bakurê Iraqê û Rojava ve girê didim."

Parêzer Peter diyar kir ku haya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji mijarê heye û rayedarên Swîsreyî têkildarî mijarê têkilî bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve daniye.