'MSD bi rêya panelan baweriya bi çareseriya siyasî zindî dike'

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kir ku panelên diyalogê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamkirina gavên ku beriya niha MSD`ê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî avêtine û bi van panelan hewl dide baweriya gelê Sûriyê bi hêzên siyasî û çareseriya siyasî vegerîne.

'MSD bi rêya panelan baweriya bi çareseriya siyasî zindî dike'
4 cotmeh, 2020   07:52
REQA-EMAR ABDULLETÎF-HEMED MISTEFA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) çavdêriya gelek panelên di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de dike, li herêmên Cizîr û Firatê û di rojên pêş de dê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dar bikevin. 

Di vê derbarê de endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kir ku panelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin, berdewama gavên ku beriya niha MSD`ê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî avêtiye.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîra Ezîz axivî û got ku gelê Sûriyê ji şerê ku bi salan dewam kir westiya ji ber gihaşt asta koçberiyê û guhartina demografiyê ku gelek bajarên Sûriyê zehmetiya wê dikişînin û îro li nexşeya rê digerin ku dibe rêya diyalognên ku MSD`ê wekî desteya siyasî sûrî û serbixwe li dar dixîne were diyarkirin.

Semîra Ezîz ev yek li gotina xwe zêde kir: "Êdî baweriya gelê Sûriyê bi hêzên siyasî nema tê, ji ber di pêvajoya salên şoreşê de tiştek ji bo çareseriya aloziyê Sûriyê nekirin û Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide baweriya di navbera gel, hêzên siyasî û çareseriya siyasî zindî bike."

Semîra Ezîz destnîşan kir nêrîna hikumetê û muxalefeta Sûriyê li ser MSD`ê wekî heye, her du jî pirrengiya siyasî û partiyetiyê red dikin.

Semîra Ezîz di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hişmendiya hikumeta Sûriyê ku hîn jî neguhartiye, hişmendiyeke navendî ye û li gorî berjewendiyên desthilatê û kesên vê siyasetê pêk tînin, tev digere.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ferhat Hec Îsa jî axivî û got ku MSD`ê mecliseke gelek hêzên siyasî û pêkhateyan civakê digire nava xwe û nêrîna siyasî ya MSD`ê berî her tiştî xwe dispêre pirrengiyê û qebûlkirina aliyê din e.

Ferhat Hec Îsa diyar kir ku MSD li rêyeke din anku ne zimanê şer ku gelê Sûriyê tar û mar kir, lê belê li zimanekî ku çareseriya aloziyê Sûriyê bi xwe re bîne, digere.

Ferhat Hec Îsa da zanîn ku MSD`ê bi rêya projeyên Rêveberiya Xweser û mekanîzmayeke guncaw a vê rêveberiyê nûnertiya tevahiya pêkhateyan dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Qfz9fZ88Ow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>