'Divê eşîrên Ereb li hemberî dagirkerî û hewldanên fitneyê bisekinin'

Welatiyên ji eşîrên Ereb banga hevgirtinê li hemberî êrişên dewleta Tirk û aliyên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de çêbikin, kir û got "Yekitiya Kurd û Ereban civakeke azad û demokratîk ava kir."

'Divê eşîrên Ereb li hemberî dagirkerî û hewldanên fitneyê bisekinin'
4 cotmeh, 2020   06:56
QAMIŞLO –KADAR ÎBRAHÎM

Hin alî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin û bi rêya ajanên xwe ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin.

Welatiyên ji eşîrên Ereb ên navçeya Çilaxa ya herêma Cizîrê bal kişand ser jiyana hevbeş a li bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kirin ku ev jiyan li cîhanê mînak e. Her wiha bang li eşîrên Ereb kir ku li hemberî hewldanên derxistina fitneyê yek bin.

Yasir Mihemed ê ji eşîra Şerabiya destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk nasnameya gelên herêmê ya ku bi salan ji ber pergalên berê hatibû paşguhkirin, îsbat kir û got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  rengekî têkel û lihevkirinê anî û xwîna pêkhateyan li dijî terorê tevlihev bû."

Mihemed diyar kir ku yekitiya pêkhateyan hêza ku dikare teror û dagirkeriyê têk bibe û civaka azad û demokratîk ji her kesî re ava bike û wiha got: "Rêveberiya Xweser projeyeke cuda li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê em dibînin ku sîstemên paşverû şerê vê projeya demokratîk dikin. Li ser vê yekê em bang li hemû eşîreyên Ereb dikin ji van planan hişyar bikin ku hewl dide hevgirtina civakê têk bibin."

Xalid Ehmed Sifûk banga yekitiyê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û hewldanên têkbirina yekitiya pêkhateyên herêmê li hemû eşîr û qebîleyên ereb kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane hemû pêkhateyên herêmê bê cudabûn dike hedef."

Sifûk îşaret pê kir ku hezkirin û hevgirtin yek ji xisûsên civakê ne û got: “Divê yekitiya pêkhateyên herêmê were parastin û Rêveberiya Xweser were bipêşxistin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/stA-QTuVmZU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>