ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 10-2020`AN
3 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja sêyenîn de didome. Tê çavdêrkirin ku meş bighêje bajarê Dêrikê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Enes li goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê bi "Rojeke reş û bi êş ji gelê Kurd re" bi nav kir û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya rêbertî û gelên bindest berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnas yê yemenî Mihemed Elî Elawî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî neqanûnî ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hatiye girtin, lew re darizandina wê bêheqî û siyasî  ye. (BI WÊNE).

- Şervanên ermenî diyar kirin ku destwerdana Tirkiyê di şerê Ermenistan û Azerbayanê de û piştgiriya wê ya ji Azerbaycanê re ji bo qirkirina gelê Ermen e û bang li ermeniyan kirin ku di rêzekê de xak û gelê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên ji eşîrên Erebî banga hevgirtinê li hemberî êrişên Tirkiyê û aliyên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkahteyan de çêbikin kir û gotin: "Yekitiya Kurdî- Erebî civakeke azad û demokratîk ava kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzerê Ocalan Mazlum Dinç, bal kişand ku operasyona qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a Rêber Abdulla Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê tiştekî tesadif nîn e û bang li CPT kir ku demildest bikeve nav liv û lebatê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li herêma Qerebaxê didome. Tirkiye di şer de destekê dide hêzên Azerbaycanê. Ermenistan, Tirkiyê tawanbar dike ku beşdarî êrişan dibe. Çavdêr diyar dikin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide sûdê ji gurkirina vî şerî werbigire. (BI WÊNE).

-Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyar kirin ku panelên MSD'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama diyalogên Sûrî-Sûrî ne ku MSD'ê li dar dixîne û destnîşan kirin ku MSD'ê hewl dide baweriya gelê Sûriyê bi hêzên siyasî û çareseriya siyasî vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji ANHA’yê re axivî û got “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew bû ku xaka me dagir bike û bike Tirk. Ev êrişên dagirkeriyê jî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk anîn ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine û ew jî di nava lîsteya terorê de ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de, alozî di navbera hêzên alîgirên Rûsya û yên Şamê û Îranê de li başûrê Sûriyê derket, ev yek dide diyarkirin ku peymana başûr nimûneyeke bi fikar li ser pêşerojê Sûriyê ye. Li aliyekî din Tirkiye hewl dide bighêje petrol û gaza Qafkasyayê. Tehran bi êrişan li ser Hewlêrê nameyek ji Washingtonê re şand.

CIVAK Û JIYAN

-Bêhna qehwê ya ku ji qewhexaniya Necma derdikeve rojên berê tîne bîra rêwiyan. Qehwexane wekî meqamekê tê dîtin ku hemû beşên civakê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Xiristiyan berî didinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA