Mazlum Dinç der barê qedexeya hevdîtina bi Ocalan re axivî

Parêzerê Ocalan Mazlum Dinç, bal kişand ku operasyona qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a Rêber Abdulla Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê tiştekî tesadif nîn e û bang li CPT kir ku demildest bikeve nav liv û lebatê.

Mazlum Dinç der barê qedexeya hevdîtina bi Ocalan re axivî
4 cotmeh, 2020   01:00
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê Bursayê, ji aliyê 2yemîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê ve, ji bo Rêber Abdullah Ocalan û Girtîyên Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim biş maweyê 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.

Ligel ku biryar 23’ê Îlonê hate dayîn balkêş e piştî 2’ê Kewçêrê hate aşkerekirin.

Der barê dema biryarê, ka desthilat dixwaze çi bike, ka çima CPT, der barê şert û mercên Îmraliyê de tenê xwe bi daxuyaniyan sînordar dike de, em bi waîs û parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlum Dînç re axivîn.  

ÇARÇOVEYA DÎDARÊ

Dînç bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di sala 2016’ê de piştî ku OHAL (Rewşa Awarte) hate ragihandin pê ve bi Biryarên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên di çarçoveya OHAL’ê de dihatin wergirtin, hêj bi KHK’ya ewil ve Dadgeha Înfazê ya Bursayê der barê Rêber Abdullah Ocalan de pêkanînên bertengkirina hevdîtinan hatine destpêkirin û weha got: “Ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê ve hevdîtinên bi parêzeran re bi hincetên “Keş û hewayê dinyayê barîn e”, “keştî xirabe ye” ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bursayê ve dihatin astengkirin. Ev qedexeya hevdîtina bi parêzeran re biryareke derveyî qanûnan û hiqûqa navneteweyî ye û her ji şeş mehan carekê ve biryar hate nûkirin. Lê belê piştre Leyla Guvenê greva birçîbûnê der barê vê pêkanînê de da destpêkirin û vê çalakiya wê li Tirkiye û Dinyayê glek deng veda û pê re Dadgeha Înfazê ya Bursayê di Gulana 2019’ê de ev qedexeya hevdîtina parêzeran ji ser Ocalan rakir. Li ser vê yekê Wezareta Dadê bi xwe daxuyanî da û qedexe li ser Abdullah Ocalan hate rakirin û di Gulana 2019’ê de piştî 8 salan Ocalan hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Birêz Ocalan tenê 5 caran karî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji 7’ê Tebaxa 2019’ê pê de daxwaza hevdîtina parêzeran dîsa bê bersiv hate hiştin û careke din bi awayekî fiîlî hevdîtin hatin astengkirin.”      

‘EV BIRYAR ÎLANA FERMÎ YA SEPANDINA TECRÎDÊ YE’

Di 23’ê Îlona 2020’ê de Dadgeha Înfazê ya Bursayê biryareke din li biryarên xwe yên neyasayî zêde kir û der barê Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên dî yên li Girtîgeha Îmraliyê de bi hinceta cezayên dîsîplînê yên di navbera salên 2005-2009’ê de hatine sepandin, biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran bi maweyê 6 mehan hate dayîn.

Dinç der barê vê qedexeyê de ev dîtinên xwe bi me re parve kirin: “Jixwe bi awayekî fiîlî hevdîtina bi parêzeran re dihate qedexekirin, di ser vê re sepandina biryareke weha tê wê wateyê ku ew hiqûqa hindik a ji bo Îmraliyê dihate pêkanîn ku rayedarên dewletê biryar li ser hebû, êdî ew ê jî neyê pêkanîn. Ev biryar israra di tecrîdê ye ku bi salan e tecrîdeke şidyayî li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn. Ev biryar sepandina fermî ya vê pêkanînê ye ku bi destê yasaya dewletê hate îlankirin.” 

‘OERASYONA SER HDP’Ê Û EV BIRYAR HEMWEXTÎ NE Û TESADIF NÎN IN’

Parêzerê Ocalan Mazlum Dinç, amaje pê da ku operasyona qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a Rêber Abdulla Ocalan ku hemwextî hatin ragihandin ne tiştekî tesadif e û weha axivî:  

 “Hindî ku tecrîda li ser muwekilê me Birêz Ocalan tê şidandin, heman wext jî der barê nûnerên siyasî yên kurdan û saziyên wan ên rêxistinî de girtin, destgîrkirin û êriş dijwartir dibin, şer û pevçûn girantir dibin û di encamê de bi sedan kesî di van pevçûnan de têne kuştin, ev biryarek e hikumetê ye û ragihandina polîtîkayên ser binemayê ewlehîyê ne, ev şerxwazî ye. Lê wan wextên ku tecrîda ser Birêz Ocalan piçek tê sistkirin, bi awayekî berteng be jî ku Birêz Ocalan bikaribe bîr û boçûnên xwe bigihîne derve, wan deman li Tirkiyeyê sewqayê siyasî nerm dibe, li Tirkiye û Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên giranbûyî û pêkhatina demokrasiyê hêviyek çêdibe. Lewra jî sepandina biryara qedexeya hevdîtina Ocalan bi parêzeran re û hemwextî operasyona dijî endam û bijartiyên HDP’ê tiştekî rasthatin û tesadif nîn e. Ev biryara fermî ya dewletê ye; dewlet li beramberî polîtîkaya qîmetdana jiyanê û çareserîxwaz ya Ocalan, di polîtîkaya tecrîd, bêçareserî û kuştinê de israr dike.”      

‘DIVÊ CPT DERHAL BI KARÊ XWE RABE’

Dinç diyar kir ku divê CPT derhal dest di vê rewşa neqanûnî werde, ji bo wê pergala li girtîgeha Îmraliyê ji binî ve hilweşîne helwesteke berpirsyar bigire û weha axaftina xwe domand: “CPT di rapora xwe de aşkere kiriye ku piştî OHAL’ê, Birêz Ocalan û her sê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê têne ragirtin, ji ber biryarên Dadgeha Înfazê ya Bursayê têkiliya wan bi cihana derve qut bûye (nivîsîn jî tê de) rewş û mercên wan giran bûne û girtî di şertên hucreyan de têne ragirtin. CTP’ê daxuyandiye ku ev pêkanîn ji aliyê wê ve nayêne qebûlkirin û ev pêkanîn bi awayekî aşkere li dijî belgeyên navneteweyî û standartên mafên mirovan ên gerdûnî ne. CPT’ê, bang li rayedarên dewleta Tirk kiriye ku Birêz Ocalan û her sê girtiyên dîtir kengî bixwazin divê bi malbata xwe re û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê Dadgeha Înfazê ya Bursayê ev biryar girtiye, bi vê biryarê bersiva rayedarên tirk ji rapora CTP’ê re ev e; em ê di tecrîdê de bi israr bin. Li girava Îmraliyê, dewleta Tirk qanûnên xwe bi xwe jî pêk nayne, peymanên navneteweyî û biryarên rayedarên navneteweyî têne pêşilkirin û tune têne hesibandin, lewra divê li dijî Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê di serî de Konseya Ewropayê, DMME û CPT ji bilî aşkerekirina raporan gavên pêştir bavêjin û ji bo Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê bête rakirin, çi bikeve ser milê wan divê ew pêk bînin.” 

DESTHILHATA TIRK PÛÇ DIBE LEWRA TÛJ BÛYE

Dinç destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo desthilata xwe ya heyî bidomîne di siyaseta şer û tecrîdê de israr dike û weha got: “Birêz Ocalan, di Parêznameya xwe ya Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de ev tespîta han kiriye; AKP’ê di gel artêşê bi xwediyên rejîma kevin re peyman kiriye, li gorî wê peymanê hebûna kurdan (rastiya xwe a ontolojik) û azadiya wê (bi hişmendî û rêxistinî) divê were tafsiyekirin û qirkirina çandî divê bête kirin. Nexwe bi awayek din desthilat radestî AKP’ê nedihate kirin.’ Lewra jî AKP, ji bo bikaribe desthilata xwe bidomîne di siyaseta şer û tecrîdê de israr dike. Lê belê ev siyaseta wê, ji gelên herêmê Kurd, Ereb, Pers, Ermen, Suryan û hemû pêkhateyên din re bêhtir kuştin û talanê tîne, hemû pêkhateyên herêmê winda dikin. Li beramberî vê Birêz Ocalan bi çareseriya neteweya demokratîk ji bo hemû gelan formûla çareseriyeke pêkvejiyanê ya demokratîk raber dike. Di hevdîtinên sala 2019’ê de Ocalan pênaseyek bi navê ‘Helwesta li Îmraliyê’ û ‘Siyaseta Pûkedana bi Jiyanê’ pêş xistiye, di çarçoveyê de dibêje aştiya birûmet û siyasete ser binemayê çareseriya dmeokratîk pir giring in û gotibû ku heke derfet jê re bête dayîn, ger mimkûn be doza kurdî jî di nav de çareseriyek di nav yekparetiya axa Sûriyê de mimkûn e. Lê belê ji 7’ê tebaxa 2019’ê şûnde hevdîtina Ocalan bi parêzeran re hate qedexekirin.”       

 ‘ARMANC ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Parêzerê Abdullah Ocalan Dinç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku bi tecrîdê mebest jê ew e ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, derfeta pêkvejiyaneke di nav aştiyeke demokratîk a gelê kurd bi hemû gel û pêkhateyên din re bête jinavbirin, lewra divê wek bersiva vê polîtîkayê xwedîtî li Çareseriya Neteweya Demokratîk bête kirin û Dinç weha got: “Lewra jî armanca tecrîda li Birêz Ocalan ew e ku agirê siyaseta şer a li Rojhilata Navîn bête gurkirin û ev siyaseta şerxwaziyê bi ser bikeve. Lewra divê gelên Rojhilata Navîn dijî vê siyaseta qirêj dengê xwe rakin û Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ji nav bibin.”   

ANHA