PYD civînên bi gel re didomîne

PYD'ê civînên xwe yên nirxandina geşedanên siyasî bi gel re didomîne. Li navçeya Qenaya ya rojavayê kantona Kobanê civînek li dar xist.

PYD civînên bi gel re didomîne
PYD civînên bi gel re didomîne
PYD civînên bi gel re didomîne
PYD civînên bi gel re didomîne
PYD civînên bi gel re didomîne
3 cotmeh, 2020   15:52
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya pêngava "Bes e dagirkerî, dem dema şoreşê ye" de, civînên xwe yên bi gel re didomîne.

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeya Qenaya ya rojavayê kantona Kobanê, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim, Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl, Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen civînek li dar xist.

Bozan Xelîl axivî û got: "Xuyaye ku şerê Sûriyê ber bi dawîbûnê ve diçe, lê ev li ser hesabê gelê Sûriyê ye ku fatoriya pêkanîna armancên dewletên lîstikvan ên Sûriyê didin."

Xelîl banga parastina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û wiha diyar kir: "Em pêkhateyên herêmê ji me hemûyan tê xwestin ku bi berpirsyartî tevbigerin û destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê biparêzin, ji ber ku gel wê çarenûsa xwe diyar bike. Dem dema berxwedana gelan e."

Bozan Xelîl îşaret bi projeya neteweya demokratîk kir û got: "Projeya me projeya xurtkirina têkiliyên biratiyê di navbera gelan de ye. Projeya me ne projeya yek partî û ne ya zihniyeta dewletê ye. Bi hevkarî û hevgirtina hemû pêkhateyan em ê projeya xwe bi ser bixînin."

Îsmet Şêx Hesen jî ev tişt got: "Bi hêz û îradeyê em gihiştin vê astê. Dijmin bi hemû rêbazan hewl da îradeya me bişkîne lê bi ser neketin."

Şêx Hesen banga hevgirtinê li gelên herêmê kir "Divê gel hevgirtî be û yek bin. Dijmin hewl dide fitneyên mezhebî li herêmê derxîne, mînaka herî berbiçav, qetilkirina şêx û rûspiyên Dêrazorê ye û em bi qetilkirinê tawanbar kirin, ji ber ku em xwediyê projeya biratiyê ne û ne sûcdar in."

Îsmet Şêx Hesen amaje bi giringiya berxwedanê kir û got ku rêya tekane ya pêkanîna armancên gelan di jiyaneke azad û bi rûmet de ye.

ANHA