Yekitiya Jinên Suryan kongreya xwe ya 3'yemîn li dar xist

Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê bi diruşmeya "Têkoşîna jinê, edalet, aştî û azadî ye" kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist.

Yekitiya Jinên Suryan kongreya xwe ya 3'yemîn li dar xist
Yekitiya Jinên Suryan kongreya xwe ya 3'yemîn li dar xist
Yekitiya Jinên Suryan kongreya xwe ya 3'yemîn li dar xist
3 cotmeh, 2020   15:27
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê bi diruşmeya "Têkoşînê jinê, edalet, aştî û azadiyê" duh kongreya xwe ya sêyemîn li hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Endamên yekitiyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de axaftin hatin kirin, rapora rewşa rêxistinî ya yekitiyê û rêziknameya wê hatin xwendin û li ser nîqaş hatin kirin. Her wiha serok û meclisa yekitiyê hatin hilbijartin.

Endama rêveber a Meclisa Giştî ya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê Sebah Şabo diyar kir ku kongrê di bin diruşmeya  "Têkoşîna jinê, edalet, aştî û azadî ye" hate lidarxistin û got: "Jin hertim banga aştî, edalet û azadiyê dike. Jin dikare civakeke demokratîk biafirîne ku hemû rengên newekheviyê rake. Her wiha qeydên ku adet û kevneşopî ew pêçandinbûn şikandin."

Sebah destnîşan kir ku di kongreyê de rêziknameya yekitiyê, astengiyên ku yekitî tê re derbas bû, çawaniya aktîvkirina rola jinên Suryan di her qadan de, bi taybet di qada siyasî de û beşdarkirina wê di çareserkirina aloziyê Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

Sebah Şabo bal kişand ser biryarên ku di kongreyê de hatin girtin û wiha domand: "Ji biryarên ku hatine girtin ev in; sîstema hevserokatiyê di hemû saziyên Suryanî de were pêkanîn, ji bojinan kampên perwerdeyê werin vekirin, têkiliyên bi rêxistinên jinan ên ji hemû pêkhateyan werin pêşxistin. Her wiha biryar hate girtin ku rola jinên suryan di rêveberiyên xweser de werin aktîvkirin û komîteyên jineolojî werin aktîvkirin, rola jinên ciwan di her çalakiyan de werin xurtkirin, piştgirî û destek ji jinên Beyth Nehrên û Sotor-Jin were kirin, rojnameyeke Dengê jinên Suryan were derxistin, xurtkirina aboriya jinên Suryan."

ANHA