Li Qerebaxê şer giran e

Hêzên Qerebaxê ragihand ku hêzên Azerbaycanê êrişên berfireh û bi moşekan birin ser bajarê wê yê sereke Stepanakertê.

Li Qerebaxê şer giran e
3 cotmeh, 2020   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Qerebaxê Surin Sarumyan got ku Azerbaycanê  balafir, dron û tankan bi kar tîne. Her wiha destnîşan kir ku êriş, ji hêla hêzên Qerebaxê ve bi "berxwedana qehremanî" re rû bi rû ma.

Alozî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de di şerên herî dijwar de ji 1990'an ve zêde dibe. Hate ragihandin ku roja Yekşema borî dora 200 kes hatine kuştin, di nav wan de zêdeyî 30 sivîl hebûn. Metirsî hene ku şer veguhere şerekî vekirî li gelek eniyan ku dê hêzên herêmî wekî Tirkiye û Rûsya bikişîne nav xwe.