DYA, Rûsya û Fransa destwerdana hêzên derve di şerê li Qerebaxê de şermezar kir

DYA, Rûsya û Fransa der barê berdewama kiryarên tundî û şerê li Qerebaxê de bi fikar in û piştrast kir ku beşdariya hêzên derve di şer de, kedên çareseriyê asteng dikin.

DYA, Rûsya û Fransa destwerdana hêzên derve di şerê li Qerebaxê de şermezar kir
3 cotmeh, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên beşdarî Koma Minskê ya taybet bi Qerebaxê, bi daxuyaniyeke hevbeş a ji nûnerên wan(nûnerê Rûsyayê Igor Popov, nûnerê DYA’yê Andrew Schaeffer û nûnerê Fransayê  Stefan Visconti) berdewama tundiya li Qerebaxê û hedefgirtina xaka Ermenistan û Azerbêcan ji derveyê xeta eniyê ya di navbera her du aliyan de şermezar kirin.

Her sê dewletan bang li her du aliyên nakok kir ku li gorî qanûna navneteweyî yên girêdayî parastina sivîlan tev bigerin.

Beşdaran di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku beşdariya hêzên derve di şer de kedên ji bo pêkanîna aştiya mayînde li herêmê asteng dikin.