Rêveberiya Herêmî û Jînegehê siyasetên Tirkiyê li hember hevşaredaran şermezar ‎kirin ‎

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk li beramberî hevşaredar û palemneterên Bakurê kurdistanê şermezar kirin.

Rêveberiya Herêmî û Jînegehê siyasetên Tirkiyê li hember hevşaredaran şermezar ‎kirin ‎
3 cotmeh, 2020   12:39
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk li ‎dijî vîna gel û teyînkirina qeyûman di şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin de li ‎Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.‎

Daxuyanî bi beşdariya endamên Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û ‎endamên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ve ‎hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Cizîrê ‎Silêman Ereb ve li pêşiya şaredariya Qamişlo ve hat xwendin.‎

Silêman Ereb sûcên dewleta Tirk li beramberî hevşaredar û palemneterên Bakurê kurdistanê şermezar kirin û da zanîn ku di dema dawîn de ne tenê li derveyî Tirkiyê, li hundirê Tirkiyê de jî bi biryarên taybet ‎li beramberî vîna gel a ku bi hilbijartinan derketiye pêş dewleta Tirk êrişî şaredariyên ‎Bakurê kurdistanê dike û qeyûman li şûna hevserokên şaredariyan tayîn dike.

Ereb diyar kir ku ev helwesta dewleta Tirk li beramberî vîna gel e û pêşxistina zihniyeta şofînîst û dagirker a AKP û MHP`ê ye.‎

Ereb destnîşan kir ku ew wekî Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Cizîrê, piştgiriyê didin ‎şaredariyên gel û ew kesên ku îro di girtîgehan de ne û bang li rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li li beramberî siyasetên AKP û MHP`ê bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nE6f6fOrhWc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>