Li Idlibê topbarên dualî û gera balafirên keşfê yên Rûsyayê

Li bejahiyên başûrê Idlibê di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer dewam dike. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê gerîn.

Li Idlibê topbarên dualî û gera balafirên keşfê yên Rûsyayê
3 cotmeh, 2020   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku îro hêzên hikumeta Sûriyê herêmên li çiyayê Zawiyê yên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin, di heman demê de jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefer Nibul ê başûrê Idlibê hedef girtin.

Ji aliyekî din ve jî balafirên kişfê yên Rûsyayê li asîma Idlibê gerîn.

SOHR’ê anî ziman ku di encama topbarana hêzên hikumetê li derdora çiyayê Zawiyê ya li bejahiya Idlibê de, endamekî çeteyan hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li aliyekî din jî hêzên hikûmetê nuqteyên li çiyayê Zewiyê û eniya Kebane yên li bejahiya bakurê rojhilatê Laziqiyê, Til Wasit û Himêdiyê yên Sehil El-Xab ên bejahiyên bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.