Kongreya Star li dijî tecrîda li ser Ocalan meşek bi dema 3 rojan orgenîze kir

Kongreya Star şaxê herêma Efrînê bi armanca pêştgiriya pêngava ku KCK’ê bi dirûşma"Ji dagirkeriyê re êdî bes e…Dema parastina Şoreşê ye" dest bi meşê kir û tê payîn ku 3 rojan dewam bike.

Kongreya Star li dijî tecrîda li ser Ocalan meşek bi dema 3 rojan orgenîze kir
Kongreya Star li dijî tecrîda li ser Ocalan meşek bi dema 3 rojan orgenîze kir
Kongreya Star li dijî tecrîda li ser Ocalan meşek bi dema 3 rojan orgenîze kir
3 cotmeh, 2020   11:42
ŞEHBA

Meş ji goristana Şehîdan a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve dest pê kir û tê payîn ku di roja sêyan de ku roja dawîn e li nêzî dibistana Mûşat a li bajarokê Fafînê ye meş bi dawî bibe.

Ev meş di çarçoveya pêngava ku KCK`ê bi dirûşma"Ji dagirkeriyê re êdî bes e, dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" ragihandiye, pêk tê. Armanca meşê ew e ku asta kar û xebata sekna li hemberî artêşa Tirk zêdetir bikin, yekitiya xwe ava bikin û li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker aliyên aborî, çandî û derûnî asta berxwedana xwe bilind bikin.

Bi sedan jinên ku cilên wêneyên rêber Abdullah Ocalan li xwe kirin, tev li meşê bûn û wêneyên rêber Ocalan,  ala Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye", "Bimire îxanet" û "Ji tecrîdê re êdî bes e" rakirin.

Koodînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hesna Hesen axivî û got armanca vê meşê şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ji tevahiya gelê bindest û mirovahiyê aştiyê dixwaze, lewra desthilata Tirk tecrîd li ser wî ferz dike, lê ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û heta rêbertî di nav xwe de nebînin dê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Tê payîn ku di roja yekemîn ji meşê de, meş bigihêje navçeya Ehdasê û di roja duyemîn de jî bigihêje gundê Til Şeîr ê bajarokê Fafînê.

Di roja sêyemîn jî  piştî ku meşvanan 25 km qut kirin, dê li kêleka dibistana Mûşat bisekinin.

(eh)

ANHA