ꞌLi hemberî faşîzma dewleta Tirk em yek dest inꞌ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê diyar kir armanca wan ji xwepêşandanê ew e ku ji cîhanê tevahî re re eşkere bikin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a faşîst yek dest in.

ꞌLi hemberî faşîzma dewleta Tirk em yek dest inꞌ
3 cotmeh, 2020   11:16
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

KCK’ê di 12`ê  Îlonê de bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi hemelya"Dem dema azadiyê ye" kir. DI vê çarçoveyê de 300 ciwanên ji herêma Cizîrê duh ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve meşiyan.

Duh bi şev ciwan gihaştin navçeya Tirbespiyê û vê sibê bi beşdariya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suyan ber bi navçeya Çilaxa ve çûn. Xwepêşandêran piştrast kir ku tu kes nikare vîna wan bişkîne û ew ê ji bo rêber Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nisrîn Elî diyar kir ku armanca ciwanan rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser hatiye ferzkirin.

Gabar Mihemed siyaseta dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev êriş pêkhateyên herêmê dike armanc, lewre divê ciwan li hemberî dewleta Tirk û siyasetên wê serî hildin."

Gabar Mihemed destnîşan kir ku ew wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dixwazin ji cîhanê re isbat bikin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a faşîst yek dest in.

Li aliyekî din jî Rojîn Xalid axivî û got dewleta Tirk nikare vîna ciwanan bişkîne û heke pêwîst bike ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û heta rizgarkirina rêber Ocalan li qadan bin.

Tê payîn ku piştî nîvro ciwan bigihêjin navçeya Çilaxa.

)eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5mcFf-HjTyk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>